NY'ê der barê rewşa Sûdanê hişyarî da

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY'ê hişyarî der barê encamên xerab ên gurbûna şerê li Sûdanê hişyarî da, nexasim ku şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Berevaniya Lezgîn de gurtir bûye û bûye sedema koçberiya bi hezaran kesan.

NY'ê der barê rewşa Sûdanê hişyarî da
20 hezîran, 2025   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk di daxuyaniyekê de hişyarî der barê kûrbûna aloziya li navend û rojavayê Sûdanê hişyarî da, nexasim ku şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Berevaniya Lezgîn de gur bûye.

Di 2 mehên dawîn de bajarê Ebyed ê bakurê Kordofanê bi giranî hat topbarankirin û di encamê de kargehên sivîl û yên tenduristiyê ji kar derketin û bi hezaran sivîl koçber bûn.

NY'ê texmîn kiriye ku di hefteyekê de zêdetirî 16 hezar welatiyên Sûdanê ji başûr û rojavayê Sûdanê koçber bûne. Li sînorê Misr û Lîbyayê jî pevçûn hene, ew jî egera koçberkirina sivîlan û berfirehbûna şer zêde dike.

Turk bal kişand ser girîngiya parastina sivîlan û destpêkirina lêpirsînan û bang li dewletên xwedî rol kir ku şer rawestînin û firotina çekan û berjewendiyên bazirganî yên ku şer gur dikin, bi dawî bikin.

(mh)