Hûsiyan: Li Wezareta Parastinê ya Îsraîlê hat xistin

Hûsiyan ragihand ku wê bi moşekan li Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ya li bajarê Yafayê xistiye.

Hûsiyan: Li Wezareta Parastinê ya Îsraîlê hat xistin
14 ÇILE, 2025   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Hûsiyan di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku wan bi mûşeka balîstîk a hîpersonîk a ji cureya "Filistîn 2" li Wezareta Parastinê ya Îsraîlê da. Hûsiyan diyar kir ku wan di 12 saetan de caran Îsraîlê xistin û ragihand ku mûşek gihişt armanca xwe kir.

Artêşa Îsraîlê jî duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku du mûşek ku ji aliyê Yemenê ve hatibûn, hatin astengkirin.

Der barê zerarên de tu agahî nehatiyên dayîn.

(bb)