Li Siwêdayê êrişa hewayî

Balafirên şer li gundê Şeab ê Siwêdayê 2 mal bombebaran kirin.

Li Siwêdayê êrişa hewayî
14 ÇILE, 2025   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku balafirên şer li gundê Şeab ê Siwêdayê yê li ser sînorê bi Urdinê re, 2 mal bombebaran kirin. Di encamê de hin kes birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku yek ji malên hatine bombekirin, a kesê bi navê Cîhad El Seîd e. Tê gotin El Seîd bi bazirganî û qaçaxçîtiya çek û madeyên hişbir di navbera Sûriye û Urdinê de tê tawanbarkirin.

 Li gorî SOHRˈê, dibe ku balafirên şer ên Urdinê bin.

(bb)