Ji ber teqîna bermahiyên şer 4 kes mirin

Li Dêrazor, Heleb û Cerablusê ji ber teqîna bermahiyên şer 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

Ji ber teqîna bermahiyên şer 4 kes mirin
14 ÇILE, 2025   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Eyaş ê rojavayê Dêrazorê du zarokan dema bi bombeyeke destan dilîstin, bombe bi wan ve teqiyan. Her du zarokan jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Ebû Teltel ê rojhilatê bajarê Helebê jî ji ber teqîna moşekekê ya bermehiyên şer du welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Muhsenlî yê bajarê yê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin şêniyek di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka îsal ve ji ber teqîna bermahiyên şer 12 jê zarok û 2 jin bi giştî 49 kesan jiyana xwe ji dest da, 35 jê zarok 67 kes jî birîndar bûn.

(bb)