Îsraîlê başûrê Lubnanê topbaran kir

Artêşa Îsraîlê devera Beyt Yahûn, Konîn û Îbil El Seqî topbaran kirin û li Zotira rojhilat jî mal û binesazî rûxandin.

Îsraîlê başûrê Lubnanê topbaran kir
2 mijdar, 2026   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA), hêzên Îsraîlê îro operasyonên teqandin û topbaranê li bajarokên başûrê Lubnanê pêk anîn. Di heman demê de rûxandina malan û binesaziyê didomînin.

Ajansê destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê piştî nîvro li bajarokê Beyt Yahûn teqînên dijwar pêk anîn û bi obîsan derdora bajarokê Konîn topbaran kirin. Di heman demê de bi tankê êrişî bire ser qadên çandiniyê yên bajarokê Îbil El Seqî.

Hate ragihandin ku leşkerên Îsraîlê li bajarokê Zotir a rojhilat bi beldozeran rûxandina malan û binesaziyê didomînin.

Li gorî ajansê, hema bêje rojane li bajarokê teqandina malan û êrişên hewayî têne kirin.

(bb)