Çekdarên biyanî yên li Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ne

Plana Amerîkayê ya tevlêkirina çekdarên biyanî di nava artêşa Sûriyeyê de bû sedema bertekên berfireh.

Çekdarên biyanî yên li Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ne
3 hezîran, 2025   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên îro têkildarî plana Amerîkayê ya tevlêkirina çekdarên biyanî di nava artêşa Sûriyeyê de û karesata jîngehê ku li seranserê cîhanê rû daye, nivîsî.

‘WASHINTON PIŞTGIRIYÊ DIDE TEVLÊKIRINA ÇEKDARÊN BIYANÎ DI NAVA HÊZÊN SÛRIYEYÊ DE’

Rojnameya El Ereb aşkera kir ku Amerîkayê plana ku ji aliyê rayedarên Sûriyeyê ve hatiye pêşniyarkirin, ji bo tevlêkirina çekdarên biyanî, erê kiriye. Rojnameyê diyar kir "Amerîka plana ku ji aliyê rayedarên Sûriyeyê ve hatiye pêşniyarkirin pejirand ku bi hezaran çekdarên biyanî yên ku berê beşeke opozîsyonê bûn, tev li Artêşa Nîştimanî bibin, bi şertê ku ev yek bi zelalî pêk were.”

Çavdêr dibêjin ev gav helwesteke neçarî ya Washingtonê ye ku van kesan adabte bike û wan bixe bin çavdêriya nêzîk de.

Çavdêran hişyarî da ku tevlêkirina biyaniyan di nava hêzên hikumetê de, yan dayîna hemwelatîbûna Sûriyeyê ji wan re, dê nîşaneke neyînî be ji bo hundirê Sûriyeyê, nemaze piştî ku rola wan di êrişên tund ên li ser Elewiyan li beravên Sûriyeyê aşkera bû, her wiha tundiya li hember Durziyan. Hebûna wan a berdewam tê wê wateyê ku rejîm dê her tim tundraw be.

EL XELÎC: KABÛSEKE JÎNGEHÎ YA KU NABE EM LI BENDÊ BIMÎNIN

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser krîza guherîna avhewayê û tiştê ku diqewime wek "kabûseke jîngehê ya ku nabe em li bendê bimînin" bi nav kir.

Rojnameyê bal kişand ser rêzekaresatên xwezayî yên ku di encama germbûna gerdûnî û guherîna avhewayê de bandorê li cîhanê dikin, her wiha bal kişand ser bahozeke mezin a ku vê dawiyê li bajarê Îskenderiye yê Misirê xist û çawa di nîva havînê de birûsk çêbûn û teyrok bariya û bû sedema ziyanên madî yên mezin.

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Di heman heyamê de li Pakistan, Nîjerya û DYA’yê lehiyên mezin rabûn û bûyerên hewayî yên giran ên wekî bahoz, ziwabûn û helîna qeşayê rû da. Rojnameyê hişyarî da ku "berdewamiya vê rewşê dê ewlekariya xwarinê, cihêrengiya biyolojîk û aramiya civakên mirovan bixe xetereyê.”

(k)