HPG’ê nasnameya 2 şehîdên Metînayê eşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Metînayê şehîd bûne, eşkere kir û got: “Em soz didin ku bibin layiqê şehîdên xwe û serketinê mîsoger bikin.”

HPG’ê nasnameya 2 şehîdên Metînayê eşkere kir
15 tîrmeh 2024   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuiyaniyêkî di nasnameyan gerîlayê ku di 19-20’ê Gulana 2024’an li Metînayê şehîdan bûne eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

Hevrêya me Yekbûn li Amedê dest bi meşa xwe ya azadiyê kir û li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi têkoşîneke bênavber domand. Bi tecrubeya xwe ya îdeolojîk û nasnameya xwe ya jina şoreşger, bû milîtaneke mînak. Hevrêya me weke milîtaneke bi wêrek a PKK û PAJK’ê berpirsyariyên xwe yên demê bi cih anîn. Bi kesayeta xwe ya hêja û kedkar, di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Bi dilsoziya xwe ya bi azadiyê re, hevrêtiya xwe ya samîmî û zanebûna xwe ya azadiyê, milîtaneke azad a Apoyî bû. Hevrêya me Yekbûn bû yek ji mînakên herî şênber a jina ku şer dike, bedew dibe.

Hevrêyê me Rustem li zindanên dewleta Tirk dest bi têkoşîna azadiyê kir û ev têkoşîn bi gerîlatiyê tacîdar kir. Hewl da bersiva êrîşên dagirkeriyê yên dijmin bide. Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên ku artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin, xwe ji her alî ve amade kiribû û di warê leşkerî û îdeolojîk de bû gerîlayekî pispor. Hevrêyê me li herêma Metînayê di nava tîmên gerîla yên pispor de cih girt. Ji bo amadekirin û hûnandina berxwedanê mîsyoneke girîng girt ser xwe. Hevrêyê me bi tecrubeya xwe ya îdeolojîk her tim ji rewşên herî nepêkan re, çareserî didît û bû yek ji mînakên bijarte ya milîtaniya Apoyî.

Weke hevrêyên wan, em soz didin ku têkoşîna hevrêyên xwe Yekbûn û Rustem mezin bikin, bibin layiqê şehîdên xwe û têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin. Bi van hestan, di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Yekbûn û Rustem, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Yekbûn Şoreş

Nav û Paşnav: Nîsan Ay

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik – Bav: Ayhan – Mehmet Emîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Gulana 2024’an / Metîna

Nasnav: Rustem Hemdem

Nav û Paşnav: Sedat Ozen

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik – Bav: Perîhan – Mîsbeh

Cih û Dîroka Şehadetê: 20’ê Gulana 2024’an / Metîna

YEKBÛN ŞOREŞ

Hevrêya me Yekbûn li Amedê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêya me li ciheke welatparêz mezin bû û bi zanebûna Kurdîtiyê mezin bû. Salên zarokatiyê yên hevrêya me li gund derbas bûn û bi rengekê dilsozê cewherê xwe mezin bû. Di zarokatiya xwe de zilma dijmin, di serdegirtinên malan û êşkenceyên hatine kirin de, dît. Piştre malbata wê koçî Îzmîrê kir û bi vî rengî jiyana xwe li metropolê dewam kir. Hevrêya me Yekbûn salên dirêj ji Kurdistanê dûr jiyan kir, lê tevî vê yekê jî ziman, çand û zanebûna xwe ya Kurdîtiyê parast. Hevrêya me bi çîrokên lehengiyê yên xalên xwe mezin bûye ku xalên wê tevlî Tevgera me bûne û şehîd bûne. Di temenekî pir zû de polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên dijmin, lêpirsîn kir. Ji xalê xwe yê mamoste yê ku hatî şehîdxistin, pir bandor bû. Ji ber zextên dewletê dibistan hişt û çû cem malbata xwe ya li Îzmîrê. Hevrêya me di nava malbateke kedkar de mezin bû û ji bo ku tevkariyê li debara malbata xwe bike, di karên cur be cur de xebitî. Di nava civakê de rola ku li jinê hatî ferzkirin, dît û lêpirsînên sîstemê kûr kir. Metakirina jinê û weke amûreke reklamê bikaranîna jinê, qebûl nekir. Hevrêya me biryar da ku tevlî nava tevgera me ya azadiyê bibe. Lê belê ji ber hin karên ku di rê de neçûn, neçar ma ku biryara tevlîbûna xwe ji bo demekê taloq bike. Ji lehengiyên di Berxwedana Xweser de hatine raberkirin, pir bandor bû û xwest ji artêşa Tirk a dagirker tolê bistîne. Lê ji ber astengiyên têkildarî tevlîbûnê derketine pêş wê, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin di dilê xwe de girt. Hevrêya me Yekbûn piştre firsenda destpêkê nirxand û zanî ku bersiva herî mezin a ji dijmin re were dayîn, tevlîbûna nava refên gerîla ye. Bi vê zanebûnê di sala 2019’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Yekbûn di sala 2019’an de perwerdeya şervanên nû dît û di nava demeke kurt de motîveyî jiyana gerîla û şert û mercên çiya bû. Hevrêya me gihişt çiyayên Kurdistanê ku timî xerîbiya van çiyayan dikir. Bi tevlîbûna xwe ya bi kelecan û moral, di nava demeke kurt de pêş ket. Bi taybetî ji têkîliyên hevrêtiyê yên di nava PKK’ê de û ji berxwedana bi pêşengiya YJA Starê, pir bandor bû. Hevrêya me rastiya jina Kurd a ku bi keda Rêbertî û şehîdên me pêşengiyê dike, dît û bi jixwebaweriyeke mezin tevlî nav xebatên Partiyê bû. Hevrêya me piştre jî perwerdeya xwe domand û jiyan bixwe weke perwerde nirxand. Di warê îdeolojîk de armanc kir ku bibe gerîlayeke pispor. Xwest nîqaşên îdeolojîk tevlî her kêliya jiyana xwe bike. Perspektîfên Rêber Apo yên têkildarî azadiya jinê xwend, fêm kir û kir felsefeya esas a jiyana xwe. Hevrêya me Yekbûn xwe ji her alî ve lêpirsîn kir. Ji bo bibe gerîlayeke YJA Starê ya serketî, hem di warê leşkerî hem jî îdeolojîk de lêhêrbûnên xwe kûr kir. Hevrêya me di nava gelek xebatên pratîkî de cih girt û ji bo pisporiya leşkerî bi dest bixe, pêşniyara perwerdeya branşê kir. Ji bo li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe bersiv, weke gerîlayeke profesyonel xwest li dijî van êrîşan bisekine. Bi moral û coşeke mezin beşdarî perwerdeyên pisporiyê bû. Hevrêya me Yekbûn di ferqa nêzîkatiyên desthilatdariya mêr de bû û li dijî vê yekê bû xwedî têkoşîneke bênavber. Li ser perspektîfên Rêbertiya me ya li ser artêşbûna jinê, lêhêrbûn kir. Hevrêya me weke gerîlayeke YJA Starê ya pispor, ji perwerdeyên xwe mezûn bû û pêşniyar kir ku biçe qadên ku êrîşên dijmin li ser in. Ji bo taktîkên demê pêk bîne û tola bi salan ji dagirkeran bistîne, derbasî herêma Metînayê bû. Hevrêya me bi sekna xwe ya milîtanî, kesayeta xwe ya fedekar û hestiyar ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me ya hêja Yekbûn pêşketina heyî bes nedît û li ser wê bingehê her tim hîn zêdetir pêşketin esas girt. Li herêma Metînayê li dijî dagirkeran bi bi îradeyeke mezin şer kir. Dewleta Tirk a qirker û mêtinger 16’ê Nîsana 2024’an li ser herêma Metînayê operasyona dagirkeriyê da destpêkirin. Hevrêya me weke milîtaneke fedayî ya Apoyî wezîfeyên xwe yên şoreşgerî û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih anî. Ji bo ku tarzê gerîla ya dema nû û taktîkê bi rengekî serketî bixe pratîkê, bû xwedî ked û hewldaneke girîng.

19’ê Gulana 2024’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Metînayê de bi giranî birîndar bû û tevî vê yekê jî heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya û şehîd bû. Hevrêya me Yekbûn; bi hevrêtiya xwe ya bêyî teredut, bi fedekarî û xurtbûna xwe navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsand. Ew ê her tim weke milîtaneke jin a serketî were bîranîn. Hevrêya me di dilê hemû hevrêyên xwe de şopeke ku wê ti carî jê neçe, hişt. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna ku wê dewrî me kirî, bi serketinê tacîdar bikin. Em li ber bîranîna şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.

RUSTEM HEMDEM

Hevrêyê me Rustem li navçeya Tîl a Mûşê di nava malbateke welatparêz de jidayik bûye. Ji ber ku malbat û hewirdora wî welatparêz bûn, ev yek bû wesîle ku di temenek biçûk de tevgera azadiyê nas bike û hez bike. Di dibistanên ku dewleta Tirk weke hêlînên asîmîlasyonê bikar dianî de, rastiya dijmin di temenê biçûk de nas kir. Ji ber hin sedeman, bi malbata xwe re koçî metropolan dike, her tim xeyala wan rojan dikir ku careke din vegere Kurdistanê. Xwendina li dibistanên sîstemê û mezinbûna li metropolan, bû sedem ku hevrêyê me Rustem hîn bêhtir çanda Kurd lêkolîn bike. Di salên xwe yên zanîngehê de derfet dît ku rastiya dijmin baştir analîz bike. Weke sempatîzan tevlî xebatên tevgera ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Roj bi roj bi xwendinê pêş ket, hişmendiyek ava bû û bû heyranê tevgera azadiyê. Hewl da îdeolojiya Rêbertiya me fêhm bike. Hevrêyê me ku li Zanîngeha Trakyayê beşa Endezyariya Kompûterê dixwend, di sala duyemîn a xwendinê de biryar da di asta kadroyan de bixebite. Di çarçoveya pêngava ‘Êdî Bese’ ku ji aliyê tevgera me ve hatibû destpêkirin de, bi awayekî çalak beşdarî xebatan bû. Hevrêyê me yê ku bi ruhê ciwantiyê tevdigeriya û di çalakiyan de cih digirt, di vê pêvajoyê de rastî êrîşên dijmin hat. Hevrêyê me ku serî li ber ti zextan netewand û bi helwesteke rêxistinî bersiv da êrîşên dijmin, di encama komployekê de dîl hate girtin. Hevrêyê me ku ji aliyê dadgehên dijmin ve bi hincetên ji rêzê hat darizandin, ti carî ji sekna xwe ya rêxistinî tawîz neda. Hevrêyê me ku qada zindanê veguherand cihê lêgerîna heqîqetê, bi xwendin û nîqaşan hewl da partiya me baştir fêhm bike. Hevrêyê me ku qada zindanê veguherand firsendekê, di xebatên rêxistinî de erk girt ser milên xwe. Bi xeyala wê rojekê xwe bigihîne gerîla û çiyayên azad ên Kurdistanê, xwe ji bo siberojên azad amade kir. Hewl da li qada zindanan Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û berdêlên hatine dayîn baştir fêhm bike. Hevrêyê me yê ku di encama polîtîkayên çewisandinê yên dijmin de timî dihat sirgûnkirin, li zindanên Edîrne, Tekîrdag û Bandirmayê ma, piştî dîlgirtina 10 salan hate berdan. Hevrêyê me yê ku biryar da têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û gelê me bidome, li ser vê esasê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me ku xeyala wî ya hevdîtina bi gerîla re di demeke kurt de pêk hat, sala 2018'an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Rustem di demeke kurt de bêyî ku zehmetî di jiyana gerîla de bijî motîve bû, piştî ku perwerdeya şervanên nû bi serketî qedand, tevlî nav xebatan bû. Hevrêyê me Rustem encamên ku ji perwerdê derxistiye hewl da bi jiyanî bike û bi hevrêyên xwe re parve bike û ji bo vê jî kedeke mezin da. Hevrêyê me ku di gelek xebatan de cih girt, bi sekna xwe ya dilnizm û hişmendiya îdeolojîk re, karî di dilê her hevrêyek xwe cih bigire. Di 10'ê Sibata 2021'an de li dijî operasyona artêşa Tirk a dagirker a li herêma Garê destpê kir, bû şahidê qehremaniya ku bi pêşengiya Hevrê Şehîd Şoreş Beytûşşebap pêş ket. Ji bo ku xwe bigihîne qadên ku hevrêyên wî lê ne, her tişt kir û xwest cihê xwe di vê destana lehengiyê de bigire. Piştî dewleta Tirk li vir têkçû û paşve vekişiya, sonda xwe ya tolhildanê nû kir. Ji bo ku layiqî hevrêyên xwe yên şehîd bibe, her roj pêşniyar kir ku biçe qadên ku şer lê heye. Ji amadekirina tunelên şer heta perwerdeya hevrêyên xwe tevlî gelek xebatan bû. Li her herêma ku lê bû hevrêyên xwe yên şehîd ji bo xwe esas girt û xwe li gorî ruhê şoreşgerî yê serdemê amade kir. Hevrê Rustem ku piştre perwerdeya îdeolojîk didît, di pêvajoya perwerdehiyê de di her alî de xwe û kesayeta xwe lêpirsîn dikir. Jiyan û şer bi heman rengî nirxand, di şexsê xwe de encamên girîng derxistin. Hevrêyê me ku rawestandina pêşketinê weke helwesteke berevajî xeta Partiyê dinirxand, her kêliya xwe bi têkoşînê tijî kir. Her tim jiyana şoreşgerî esas digirt. Piştî perwerdeya akademiyê, hevrêyê me berê xwe da herêma Metîna û li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkariyê cihê xwe di nava tîmên gerîla yên pispor de girt. Artêşa Tirk a dagirker li ser Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî Oprasyona dagirkeriyê da destpêkirin. Hevrêyê me li dijî vê operasyonê di gelek çalakiyan de cih girt ku di van çalakiyan de derbeyên giran li dijmin hate xistin. Piştre hevrêyê me derbasî Qada Berxwedanê ya Golkayê bû û di nava xebatên amadekariyê ya pêvajoya berxwedana li Metînayê de cih girt. Di operasyona ku 16’ê Nîsana 2024’an li herêma Metînayê destpê kirî de, bû yek ji gerîlayên ku bersiva ewilî dan dijmin. Hevrêyê me Rustem taktîkên demê weke gerîlayekî pispor pêk anî, bêyî dudilî bi ser dijmin de çû û hewl da pêdiviyên milîtantiya Apoyî bi cih bîne.

20’ê Gulana 2024’an li dijî êrîşa dijmin a li ser herêma Metînayê, bi cesareteke mezin şer kir. Birîndar bû û bi vî rengî li dijî dijmin şer kir. Li zindanê fêrî sekna Mazlûm Dogan, Çaran û Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bû. Ev sekna Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ya ku ku serî li ber dijmin neditewand, ji xwe re mînak girt. Ji bo bi birîndarî nekeve destê dijmin, bombeya xwe bi xwe ve teqand û bi fedayiyane şehîd bû. Hevrêyê me Rustem bi fedekarî timî israr dikir ku derbê li dijmin bixe. Hevrêyê me mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin ji me şopdarên xwe re hişt. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku bibin şopdarê xeyalên hemû şehîdên xwe û ala têkoşînê ya ku wan dewrî me kirî, bi serketinê bilind bikin.”