’Bi perwerdeyê em feraseta baviksalar têk bibin’
Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê got, bi perwerde û xwendina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dê feraseta baviksalar têk bibin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de komên xwendin û nîqaşkirina li ser pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan tên birêxistinkirin.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê ji 9’ê Tîrmehê ve komên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin dike.
34 endamên meclisa kombûnê pirtûka 3’yemîn a bi navê "Sosyolojiya Azadiyê" dixwînin.
Rêvebera Komîteya Aborî ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Wîsaq Îsamîl diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka "Sosyolojiya Azadiyê" de pirsgirêkên rêbazê, azadî û pirsgirêkên civakî, bi taybetî yên ku jinan eleqedar dikin, dinirxîne.
Wîsaq anî ziman ku di xwendina pirtûkê de gihaştina beşa 5’an a bi sernavê "Hêza Aqilê Civakî". Wîsaq bang li tevahî jinan kir ku kir ku pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan baş lêhûrbûn bikin û got, Rêber Abdullah Ocalan kesayeta ferd analîz dike û rê nîşan dide da ku di avakirina civakeke azad û demokratîk de xwedî roleke çalak be.
Endama Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Wesfiya El Elî jî destnîşan kir ku wan siyasetên pergalên kapîtalîst û desthilatdar ku li ser civakê dimeşînin û bandora van siyasetan li ser jinan bi taybetî nas kirine.
Wesfiya El Elî anî ziman ku jin bi hêz in, dikarin berpirsyariyên xwe û yên civaka xwe rakin û wiha domand: "Lê pergala zilam û siyasetên çewisandinê yên li ser jinan hatin meşandin bandor li rola wan kir. Em ê bi hev re bi rêya lêhûbûrineke xurt di pirtûkên Rêbertî de van siyasetan têk bibin. Felsefeya Rêbertî teqeziyê li ser azadiya jinan û civakê dike."
Endamên Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Nûrelhuda Mihemed îşaret bi rola jinan di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kir û diyar kir ku jinan bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan roleke pêşeng di şoreşê de dilîzin û got: "Em bi rêya perwerdeyê feraseta baviksalar a ku tevahî jinan dorpêç dike, ji holê rakin."
ANHA