Rêveberiya Barzaniyan projeyeke li dijî Kurdan e - RAUF KARAKOÇAN

Rêveberiya Barzaniyan projeyeke li dijî Kurdan e - RAUF KARAKOÇAN
16 tîrmeh 2024   05:01

PDK, Mistefa Barzanî, Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî, avadaniyeke rêxistinî ne ku nifş bi nifş dewam dike. Barzaniyan sîstemeke îdarî ya xanedanî ava kiriye û ji bo berjewendiyên xwe mohra xwe danîn binê hemû çalakiyên operasyonel ên li dijî Kurdan. Rêveberiya Barzaniyan îro jî mîna berê, vê yekê didomîne.

Rêveberiya Barzaniyan têkoşîna Kurdan a li Başûrê Kurdistanê jî dixesirînin. Ji tesfiyekirina rewşenbîrên sosyalîst ên mîna Îbrahîm Ehmed ên di nava PDK'ê de heta bi pevçûna bi Talebanî re, paşerojeke wan a tarî heye. Di sala 1964’an de delegasyona alîgirê Talebanî ku çûbûn kongreya 6’an a PDK'ê, hatibûn girtin û yên li dijî Mistafa Barzanî jî ji aliyê siyasî ve hatin beralîkirin. Piştre bi fermandariya Îdrîs Barzanî li dijî hêzên Îbrahîm Ehmed û Celal Talebanî bi hêzeke mezin a leşkerî meşiyan û berê hêza Talebanî ya derdora 4 hezar kesî dan Îranê. Serokatiya mutleq a Barzaniyan a di nava PDK'ê de, piştî van bûyeran xurttir bû. Komplo li pey hev dihatin. Dîsa sala 1978’an di encama komployekê de li herêma Qeşûran a li aliyê Bakurê Kurdistanê nêzî 300 pêşmerge, tevî endamê damezirîner û fermandarê payebilind ê YNK'ê Elî Eskerî, hatin qetilkirin. Mînakên bi vî rengî yên xiyanetê gelek in.

Têkilî û peymanên Mistefa Barzanî yên bi hikumeta Iraqê re jî ji temsîlkirina berjewendiyên Kurdan dûr bûn. Mistefa Barzanî ku bi Ebdulselam Arif re têkiliyên wî yên xurt hebûn û di derbeya leşkerî de hikumeta partiya Baasê ya yekemîn a Iraqê hilweşand, bi sifeta xwe ya şexsî peymanek pê re îmze kir û daxuyaniya “her berxwedaneke li dijî Bexdayê, dê were wateya şerê li dijî wî û Barzaniyan”, bû qonaxa pêşîn a şikestinaa berxwedana Kurdan. Mistefa Barzanî bi peymana xwe ya şexsî xwerêveberî û xweserî jî dan aliyekî û pabendiya xwe bi hikumeta Bexdayê nîşan da. Ev jî bû sedem ku Talebanî ji PDK'ê veqete û YNK were avakirin.

Mîrateya xiyanetê ji bav derbasî kur û ji kur jî derbasî nevî bû. Kevneşopa dîplomasiya nokeriyê ya Mistefa Barzanî di serdema Mesûd Barzanî de jî dewam kir. Di salên 1990’î de di şerê navxweyî yê “birakujî”yê yê li dijî YNK'ê de, bûn sedema rijandin xwîna bi hezaran pêşmergeyan. Mesûd Barzanî wek çareya dawîn bi Sedam re peyman çêkir û bi tankên artêşa Iraqê kete Hewlêrê û YNK ji Hewlêrê derxist. Bi vî rengî li Başûrê Kurdistanê serdest bû. Erdnîgariya Başûrê Kurdistanê wek Behdînan û Soran di navbera PDK û YNK'ê de bû 2 parçe û di dawiyê de bi navbeynkariya DYA'yê pevçûnên di navbera her du rêxistinan de bi dawî bûn û pêvajoya rêveberiya hevbeş a Başûr dest pê kir.

Di demên dawîn de êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, berfireh dibin û cih û warên sivîlan jî dan ber xwe. Dewleta Tirk bi aşkerayî êrişî Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û îlheq kiriye. Li ser rêyan bendên kontrolê danîne û kontrolê dike. Ev hewldana dagirkirinê ya bi şêwazê mêtingeriya klasîk e. Heke ji niha ve pêşî lê neyê girtin, dê tiştekî mîna ya li Efrînê çêbûye, li Başûrê Kurdistanê jî biqewime. Dê qeymeqam û waliyan lê tayîn bike, zimanê tirkî û pereye tirkî lê ferz bike û çanda xwe lê ferz bike. Zêdetirî sed gund hatine valakirin, li gundan jiyanê tengav dikin, gel tehdît dikin. Bi êrişên xwe yên hewayî yên rojane, Başûr veguherandine qada şer.

Dijminatiya PDK'ê ya li PKK'ê xwedî dîrokeke dirêj e û heta avabûna PKK'ê diçe. Tu carî dest ji hewldanên astengkirina astengkirina şoreşa Bakur bernedanw. Hê di destpêka salên 1980’yî de bi tunekirina hin komên gerîla yên ku derbasî Bakurê Kurdistanê dibûn, dest pê kir. Li ser xetên derbasbûnê yên gerîla kemîn danîn û gelek gerîla şehîd kirin. Hin eşîr li dijî PKK'ê li herêmên li ser sînor, bi taybet li herêma Colemêrg-Geliyê Gerdiyan bi rêxistin kirin û kirin bû çetetî berbelav bibe û hewl da pêşî li ketina gerîla ya li van herêman bigire.

PKK’ê, ji dema avabûna xwe ve timî banga diyalogê li PDK'ê kir, civîn pê re kirin û ew vexwend yekitiya neteweyî. Tevî hemû hewldanan jî bersiva tê xwestin negirt. Komplo û êrişan berdewam kir. Lê di hemû operasyonên leşkerî yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd de, di pêvajoya amadekariya wa de, malbata Barzanî hebû. Şerê wê yê herî berfireh ê li dijî PKK'ê şerê Başûr ê sala 1992’yan bû. PDK-YNK'ê bi dewleta Tirk re di berdêla pasaportan de eniyek li dijî PKK'ê vekir û wek şerê xiyanetê ket nava rûpelên dîrokê. Di salên 1995 û 1997’an de PDK û dewleta Tirk bi hevkarî êrişî gerîlayên PKK'ê kir û bû sedema encamên giran. PDK salên 1990’î bi PKK'ê re di nava pevçûnên çekdarî de derbas kirin û tevî dewleta Tirk gelek operasyonên leşkerî yên mezin û biçûk kirin.

Dijminatiya PDK'ê ya li PKK'ê, piştî esareta Rêber Apo jî dewam kir. Tevî hemû tecrube û xiyanetan jî Rêber Apo pêşniyar kir ku kongreya neteweyî li dar bikeve û Mesûd Barzanî jî serokê wê be. Dîsa jî rêveberiya Barzanî bi ya xwe kir û li ser xeta xiyanetê meşa xwe domand. Bû sedem ku kongreya neteweyî belav bibe ku bi kedeke mezin hatibû cem hev.

Piştî ku Mesûd Barzanî serdana Bexdayê kir û bi hikumeta Iraqê re hevdîtin kir, êrişên dagirkeriyê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji 3’yê Tîrmehê ve dest pê kir. Hema piştî wê rayedarên Iraqê daxuyaniyên li dijî PKK’ê dan. PDK’ê hewl da şewatên li Başûrê Kurdistanê jî bike sûcê PKK’ê. Ofîsa Serokwezîriyê ya Iraqê diyar kir ku ew li dijî PKK'ê operasyoneke hevpar dimeşînin. Xiyaneta Barzaniyan a li hember tevgera azadiyê ya Kurd û ji ber vê yekê jî li hember gelê Kurd, ne tenê ev in jî.

Barzanî ji bilî xwe, li Başûrê Kurdistanê tu carî tehemulî hebûna hêzeke din nakin. Di hemû pêvajoyên amadekariyê yên operasyonên li dijî Başûr de cihê xwe girtine. Serdanên Barzaniyan ên li Tirkiyeyê jî ji bo nîqaşên li ser plansaziya operasyonên li dijî PKK'ê ne. Piştî ku hikumeta Erdogan maseya çareseriyê welgerand, tecrîdeke giran li Îmraliyê ferz kir û li dijî gerîla û gel dest bi êrişên qirkirinê kir. Li gel Barzaniyan beşên van ên êrişan ên li Başûr û Rojava, Mexmûr û Şengalê plan dike û pêk tîne.

Gelê Rojava bi berdêlên mezin li Rojava serketineke şoreşgerî bi dest xistiye. Tehemula Barzaniyan ji vê pêşketina şoreşwarî re nîn e. Bi gotina 'Li Rojava şoreş nîn e' ji bo tesfiyekirina avabûna rêveberiya xweser, bi dewleta Tirk re ketiye nava hevkariyê. Bi dewleta Tirk re di aliyê leşkerî, dîplomasiya siyasî û parvekirina agahiyên îstîxbaratî de hevkariyeke wan a stratejîk heye. Heke malbata Barzaniyan li Efrîna dagirkirî li kêleka dewleta Tirk û çeteyên wê sekinîne, ev yek îspata herî şênber a xiyanet û nokeriyê ye.

Malbata Barzaniyan belaya herî mezin e ku niha hatiye serê Kurdan. Mîna vîrûseke xiyanetê li hemû qadên têkoşînê belav dibe. Di tevahiya dîroka xwe de bûne şopdarên xeteke komplo û xiyanetê. Îro jî vê didomînin. Ji bo tunekirina gelê Kurd ku li hember dewleta Tirk di nava têkoşînek man û nemanê de ye, her cure piştgiriyê bêyî dudilî dide dewlet Tirk.

Êrişên û zêdegaviyên Erdogan û Barzaniyan ên li ser Başûrê Kurdistanê ber bi qonaxeke xeternak ve diçin. Di siberojê de dê zirarên gelekî mezin çêkin. Têkiliyên qirêjî yên nokeriyê yên Barzaniyan bi her awayî zerarê didin gelê Kurd. Divê gelê me yê welatparêz tev, di vê mijarê de hesas be û li dijî xiyanetê bisekine.