Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê de 4 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin û derbe li kepçeyekê û çeperekê hate xistin.

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê de 4 dagirker hatin cezakirin
15 tîrmeh 2024   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyan û êrişên artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyek da. 

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"LI HERÊMA HEFTANÎNÊ;

12'ê Tîrmehê saet di 19:20'î de li Qada Kanî Biyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

LI HERÊMA METÎNAYÊ

13'ê Tîrmehê saet di 14:10'î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên nîv otomatîk li kepçeyeke dagirkeran hate xistin. Di encama çalkaiyê de derb li kepçeyê hate xistin û hate rawestandin.

LI HERÊMA ŞEHÎD DELÎL A ROJAVAYÊ ZAPÊ

13'ê Tîrmehê saet di 05:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin.

13'ê Tîrmehê saet di 18:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê bi sûîqestê li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de ku hêzên me yên YJA Starê kirin, dagirkerek hate cezakirin.

13'ê Tîrmehê saet di 14:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

13'ê Tîrmehê saet di 16:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

14'ê Tîrmehê saet di 11:30 û 13:25'an de bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl didan tektîka şer li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bikin. Derb li çeperekê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

14'ê Tîrmehê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

14'ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

ÊRIŞÊN ARTÊŞA DEWLETA TIRK A DAGIRKER

12, 13 û 14'ê Tîrmehê li herêma Xakurkê Girê Şehîd Hawar, Şehîd Şerîf, Berbizinê, Sinînê, Xinêrêya Jor 9 caran, li herêma garê qadên Spîndarê, Mijê, Zêvkê, Xêrê û Gûzê 13 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qadên berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 5 caran; bi giştî 27 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

14'ê Tîrmehê li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Golka, Şêlazê, Dergelê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar û li Herêma Xakurkê Qada Girê Şekîf bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."