MSD’ê êrişa li hember Trump şermezar kir

MSD’ê êrişa çekdarî ya li dijî serokê berê yê DYA’yê Donald Trump şermezar kir.

MSD’ê êrişa li hember Trump şermezar kir
15 tîrmeh 2024   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Namzetê serokatiya DYA'yê Donald Trump di dema mîtîngeke li Pensilvanyayê de, êrişeke çekdarî li dijî wî hat kirin û ji guhê xwe birîndar bû.

Der barê mijarê de Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de êrişa li dijî Trump hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku êrişên wiha li dijî rêgezên mirovî û exlaqî ne.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Em li dijî tevahî cureyên tundiyê ne. Cihê tundiyê di civakan de nîn e. Divê bi xebateke hevpar û dûrketina ji xîtabata provokatîf rê li ber tundiyê bê girtin."

(bb)