Hizbullahê bersiva êrişên Îsraîlê da

Hizbullahê bi moşekên katyuşa navendên artêşa Îsraîlê yên li girên Colanê topbaran kirin. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku 50 moşek ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.

Hizbullahê bersiva êrişên Îsraîlê da
21 tebax 2024   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku bersiva êrişên Îsraîlê yên li ser herêma Biqa daye û bi moşekên katyuşa navendên artêşa Îsraîlê topbaran kirine. 

Hizbullahê da zanîn ku wê baregeha Tsnoyar a li girên Colanê û navenda Hedib Yaron kirine hedef.

Her wiha Hizbullahê di daxuyaniya xwe de ku têkildarî mijarê parve kiriye, got: "Di çarçoveya bersivandina êrişên Îsraîlê yên vê sibê yên li ser Biqayê de, baregeha Tsnoyar a li Colanê bi moşekên katyuşa hate topbarankirin."

Hizbullahê beriya vê ragihandibû ku ji ber hedefgirtina bajarokê Beyt Lîf, navenda Hedib Yarûn bi dronekê bombebaran kiriye.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku 50 moşek ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê gelek top an jî moşek bi rêya pergala parastina hewayî hatin xistin û gelek ji wan li bajarokê Ketsrîn ketine.

(şx)