Hizbullahê ragihand ku 4 endamên wê hatine kuştin

Hizbullahê Lubnanê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê de 4 endamên wê hatine kuştin.

Hizbullahê ragihand ku 4 endamên wê hatine kuştin
21 tebax, 2024   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullahê bi daxuyaniyên cuda ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê de 4 endamên wê hatine kuştin.

Hizbullahê da zanîn ku Elî Xetab (Mehdî), Ziyad Mihemed Qeşmer (Zû El Feqar), Elî Ehmed Deqmaq (Yusif Nacî) û Mihemed Gazî Şahîn (Elî Elî) di êrişan de hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê El Ahîra, Hewla, Ramiya, Keferşoya û Şehabiye yên li başûrê Lubnanê û Baalbek a li rojhilatê welat bombebaran kiribûn.

(şx)