Di êrişa Îsraîlê ya li ser Lubnanê de sûriyeyiyek hate kuştin

Hate ragihandin ku di êrişa Îsraîlê ya domdar a li ser başûrê Lubnanê de welatiyekî sûriyeyî hate kuştin.

Di êrişa Îsraîlê ya li ser Lubnanê de sûriyeyiyek hate kuştin
21 tebax, 2024   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nîştimanî ya Lubnanê ragihand ku hêzên Îsraîlê bi çekên giran devera nêzî çemê El Leytanî ya li bajarokê Dêr Mîmas ê Merciyonê topbaran kiriye.

Her wiha herêma Xeyam û dora gundê Serde topbaran kirin û di encamê de şîvanekî sûriyeyî hate kuştin.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de ji destpêka şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, 30 sûriyeyî hatine kuştin ku 8 jê zarok in. Her wiha 18 sûriyeyî birîndar bûne.

(şx)

ANHA