Hilbijartina serokekî bo Lubnanê hîna di berndewariyê de ye

Krîza seroketiyê ya Lubnanê ji ber dabeşbûna siyasî, rikberiya hêzên siyasî û tunebûna îradeyeke rastîn a çareserkirina vê dosyayê ye û hîn jî nehatiye çareserkirin.

Hilbijartina serokekî bo Lubnanê hîna di berndewariyê de ye
11 îlon 2024   07:10
BEYRÛT
RANYA UBÊD

Di çarçoveya şopandina krîza siyasî ya Lubnanê û çareserkirina doza seroketiya de, li Siûdiyê şandiya seroketiyê ya Fransayê Jean-Yves Le Drian bi şêwirmendê Siûdiyê Nîzar El Ûla û balyozê Siûdiyê li Lubnanê Welîd El Buxarî re civiya. Çavkaniyên siyasî ji ajansa me re diyar kirin ku di civînê de krîza seroketiyê hat nîqaşkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku ev civîn berdewama xebatên navneteweyî yên bi serperiştiya Fransa û Siûdiyê yên ji bo çareserkirina krîza seroketiyê ye.

Çaverê ye ku komîteya pêncalî ya ku ji balyozên Misr, Fransa, Qeter, Siûdiyê û Amerîkayê pêk tê, di 14'ê Îlonê de li Beyrûtê bicive. Piştre dê diyar bibe bê ka Le Drian dê serdana Beyrûtê bike yan na.

LUBNAN LI SER ŞOPA GIRÊDANA 2 ENIYAN E

Yek ji sedemên kûrbûna krîza seroketiya Lubnanê dabeşbûna siyasî, rikberiya hêzên siyasî û tunebûna îradeya derbaskirina vê dosyayê ne.

Her wiha destwerdana derve ya ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî jî dihêle krîz kûrtir bibe û dabeşbûnên hundirîn zêdetir bibin.

Li kêleka ku civata navneteweyî ketiye liv û tevgerê û komîteya pêncalî li Riyadê civiya, lê dîsa jî krîza seroketiyê didome.

Nivîskar, rojnamevan û analîzkerê siyasî Tony Boulos ji ajansa me re diyar kir ku gelek sedemên domandina valahiya seroketiyê hene û got: "Tevgera Emel û Hizbullah ên Şîe naxwazin serokkomar were hilbijartin, ji ber ew herdu xwe ji bo şerê başûrê Lubnanê li dijî Îsraîlê amade dikin. Ji ber ku wê jî ew nikarin bikevin aloziya seroketiyê û girîngiyê nade wê. Bi vî awayî dosyaya seroketiyê li şûna xwe dimîne."

Boulos wiha domand: "Serokê parlamentoyê Nebîh Berî nûnertiya Lubnanê dike û siyaseta hundirîn bi rê ve dibe. Piştî wî serokê hikumetê Necîb Mîqatî ketiye bin kontrola herdu aliyên Şîe û zextê li Berî nake. Bi vî awayî herdu dosyaya serokatiyê bi piştî şer ve girê didin."

Boulos diyar kir ku piştî şer dê maseyeke dan û standinan ji bo rastkirina herêmê hebe û got: "Bi vî awayî Lubnan dê bi herdu aliyên Şîe ve girêdayî be. Aliyê ku hilbijartina serokkomar û civînên hilbijartinan asteng dikin, li benda bidawîbûna şer e."

Der barê diyaloga ku Berî pêşniyar kiriye de, Boulos diyar kir ku tevgera navneteweyî rastiyê naguherîne, ji ber ku Lubnan bi dagirkerî û kontrola Îranê ve girêdayî ye û got: "Hizbullah dixwaze dosyaya seroketiyê li gorî berjewendiyên xwe çareser bike, ew jî yan bi rêya ku serokek girêdayî wê be, yan jî bi rêya ku garantiyan ji bo xwe bi dest bixe. Ew garantî çekên Hizbullah wek beşek ji stratejiya berevaniyê ya Lubnanê dibîne ku bi fermî di hikumetên pêşerojê û datayên wezartê de bin."

ÇIMA PIŞTÎ KUŞTINA FÛAD ŞUKIR ALOZIYA SEROKETIYÊ DÎSA DERKET PÊŞ?

Komîteya pêncalî ditirsiya ku piştî hedefgirtina berpirsê Hizbullah Fûad Şukir û serokê nivîsgeha siyasî yê Hemasê Îsmaîl Heniye, rewşa herêmê aloztir bibe. Ji ber wê jî piştî ku Hizbullah bersiva hedefgirtina Heniye da, aloziya seroketiyê dîsa derket holê.

Boulos diyar kir ku encama civîna Riyadê dê pir girîng be û tê de nexşerêya çareserkirina krîza seroketiyê, dûrî hevparkirina di navbera serokkomariyê û aliyên ku astengiyan derdixin, de were danîn.

Pêwistiya qonaxa hemwext a Lubnanê bi serokekî heye ku dozên binakok deyne ser maseyeke nîştimanî û wan çareser bike. Ew dozên wekî çekên nerewa, aramiya Lubnanê û vejandina rewşa aborî, jiyanî û civakî.

(mh)

ANHA