Cenazeyê şehîd Ebdullezîz hat oxirkirin û 2 şervan hatin bibîranîn

Xelkê Qamişloyê cenazeyê şehîd Ebdulezîz Hesen li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan oxir kir û merasîma xiyabî ya 2 şervanên Cebhet El Ekrad hat lidarxistin.

23 îlon, 2026   20:14
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulezîz Hesen ê ku di 20’ê Îlonê de li ser rêya Qamişloyê di êrişeke çekdarî de şehîd bû oxir kir

Di merasîma oxirkirinê de merasîmeke xiyabî ji bo 2 şervanên bira yên Cebhet El Ekrad Şehîd Ebûş Kefer Sixîr (Mihemed Hemdo) û şehîd Ebû Xencer Kefer Sixîr (Eyûb Hemdo) ên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn. Ebûş di 5’ê Îlona 2013’yan de di berxwedana Şêxmeqsûdê de û Ebû Xencer di 28’ê Tebaxa 2026’an li Hesekê de şehîd bûbûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevserok Hisên Kesîr axivî, sersaxî da malbatên şehîdan û bal kişand ser fedakariyên şehîdan di xora heqîqetê, azadî û parastina herêmê ji tevahî êrişan.

Kesîr di dawiya axaftina xwe de bang kir ku nekevin xefka fitneyê, herêmê û destkeftiyên şoreş û şehîdan biparêzin.

Endamê Hêzên Ewlekdariya Hundirîn Dîrok Qamişlo axivî û got: “Em wek hêzan hewl didin û her tim di oxira ewlehî û aramiya herêmê de dixebitin û di vê pêvajoya hestiyar de ku em tê re derbas dibin armanc dikin ku daxwaz û hêviyên hevrêyên xwe yên şehîd pêk bînin.”

Dîrok destnîşan kir ku ew bi ser sûcdaran ev sûc kirine de digirin û wê taviliya werin girtin ceza bibin.

Li ser navên Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Mela Ebdullah Hemo axivî: “Em sersaxiyê didin malbatên şehîdan. Cihê şehîdan di tevahî olan de mezin e û her tim erka me ye ku em wesîyeta şehîdan pêk bînin.”

Li navê Cebhet El Ekrad şervan Ebdo Kefer Sixîr axivî, soza tolhildanê û şopandina rêça şehîdan da.

Bavê şehîd Ebdulezîz, Feysel Hesen destnîşan kir ku ne poşman e ku kurên xwe di oxira welat de dane û banga zîvirandina li dora şehîdan, parastina destkeftiyan û hişyariya li hember fitne û gendeliyê kir.

Birayê her du şehîdan Ebûş û Ebû Xencer, Yûsif Hemdo jî got ew ew li ser şopa şehîdan in û amade ne fedakariyên mezin di oxira azadiyê de bidin.

Merasîm bi xwendina wesîqeyên şehîdan û radestkirina ji malbatên wan re, oxirkirina cenazeyê şehîd Ebdulezîz bi dawî bû.

(f)