Li gundewarê Dêr Hafir pevçûnek derket; kuştî û birîndar çêbûn

Di encama pevçûneke bi çek a di navbera du malbatên li gundewarên Dêr Hafir a rojhilatê Helebê, ji ber nakokiyeke têkildarî zeviyan de, 5 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Li gundewarê Dêr Hafir pevçûnek derket; kuştî û birîndar çêbûn
23 îlon, 2026   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên ajansa me diyar kirin ku çavkaniyên xwecihî destnîşan kirin ku di saetên êvarê yên dereng (22-23 Îlon) li gundê El Helebiyê yê gundewarê Dêr Hafir li rojhilatê Helebê di navbera çend kesên ji malbata Keba û El Nasir de pevçûneke bi çek derket.

Li gorî bîlançoyên destpêkê di encama pevçûnê de 5 kes hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Li cihê bûyerê seferberiyeke ewlehî û rageşiyeke domdar di navbera her du malbatan de heye.

Li gorî agahiyan rageşî duh (22 Îlon) destpêkê bi bikaranîna daran dest pê kiriye, piştre veguheriye pevçûneke bi çek û gulebaranê. Tê gotin ku sedema pevçûnê girêdayî zeviyên çandiniyê ye, her dawî bûye mijara tazmînatê.

Di vê salê (2026) li Sûriyeyê rêzepevçûnên malbatî û eşîrtî derketine, li gorî bîlançoyên ku Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê dane ji destpêka salê ve 122 pevçûn çêbûne, di encamê de 108 kes hatine kuştin û 216 jî birîndar bûne.

(sb)

ANHA