Jinên sûriyeyî di navbera destûr û polîtîkaya paşguhkirinê de

Bi sedan salan e li Sûriyeyê pirsgirêka jinan heye. Jin di qada siyasî de û ji hemû aliyan ve tên paşguhkirin.

Jinên sûriyeyî di navbera destûr û polîtîkaya paşguhkirinê de
24 îlon, 2026   02:45
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Pirsgirêka jinan li Sûriyeyê ji aliyê siyasî, leşkerî, çandî û perwerdeyê ve didome. Jinên Sûriyeyê tê dikoşin da ku di aliyê hiqûqî, destûrî û qanûnî de bigihêjin mafên xwe lê hikumeta veguhêz hebûna jinan paşguh dike û derfetê nade ku jin nûnertiya xwe bikin. 

Di destûra sala 2012`an de (Made 23) tê gotin ku divê dewlet derfetê bide jinan ku cihê xwe di qada siyasî, aborî, civakî û çandî de bigirin. Her wiha di madeya 3/33 de jî tê gotin ku hemwelatî di maf û erkan de wekhev in û divê cudahiyê nexin navbera cins, esil, ziman, ol û baweriyê. Lê ev made neketin meriyetê.

Her wiha rejîmê “gumanên” xwe yên der barê Peymana Jiholêrakirina Hemû Cureyên Cudakariya li dijî Jinan (CEDAW) de parastin. Di destûrê de tiştek hatibû nivîsandin û di meriyetê de qanûnên dîtir pêk dianîn.

Di Şoreşa Rojava de derfet çêbû ku jin ji hemû aliyan ve berpirsyariyê rakin, 14 salan tê koşiyan, bedel dan û li ber xwe dan. Dibe ku di şoreşê de koçberî çêbû û Sûriye di gelek pêvajoyan re derbas bû lê jinan artêş, sazî, navend, rêxistin û civak bi rê ve birin, gihîştin deskeftiyên mezin û hebûna xwe parast.

Piştî ku rejîma Baas hilweşiya û hikumeta veguhêz hat, zêdetir zext li ser jinan tê kirin, bi taybet di parlementoyê Sûriyeyê de tenê 21 jinan cihê xwe girt, anku ji sedî 10 jin cihê xwe di Meclisa Gel a Sûriyeyê de girt. Her wiha hikumeta veguhêz hewl dide hemû deriyan li pêşiya jinan bigire û di malê de qeyd bike.

Li beramberî polîtîka hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku li ser jinan dide meşandin, hiqûqnas û çalakvanên jin bertek nîşan dan û got nebûna jinan ne tenê dibe sedema hevsengî xirab bibin, jin bi zanebûn têne paşguhkirin û ev yek li dijî edaletê ye.

Di wezaret û saziyên dewletê de cih ji jinan re nayê dayîn, mînak ji 22 wezîran tenê yek wezîr jin e, ew jî Hind Qebawet e û bi vê mînakê re newekheviya di navbera jin û mêran de tê dîtin.

Her wiha piştî ku sala nû ya xwendinê (2026-2027) dest pê kir yek ji parlamenterên Sûriyeyê di axaftina xwe de gotibû kadroyên perwerdeyê hemû jin in û ev xetereyê li ser siberoja zarokan çêdike, li hemberî axaftina wî ku jinan zeîf dibîne, jinan bertek nîşan dan û qebûl nekirin.

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê qebûlnake ku ew hebûna jinan paşguh dike, hewl da ku Yekîneyên Parastina Jin ji pêvajoya entegrekirine dûr bixîne û destûr neda ku YPJ`ê cihê xwe di nava artêşa Sûriyeyê de wergire, lê kesên ku destê wan di kuştina jinan û bi taybet Sekreteriya Giştî ya Partiya Sûriya Demokratîk Hevrîn Xelef, heye cihê xwe di nava artêşa Sûriyeyê de girt.

(np)

ANHA