Li Hurmuzê deryavanekî Hindistanî hat kuştin

Di êrişeke li ser keştiya bazirganî ya bi navê "Cape Dow" a li Tengava Hurmuzê de deryavanekî Hindistanî hat kuştin. Di heman demê de, piştî ku şewat di motora keştiyê de pêk hat rayedarên Omanî 27 endamên tîma keştiyê ji wir derxistin.

Li Hurmuzê deryavanekî Hindistanî hat kuştin
23 îlon, 2026   21:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên Omanê û Hindistanê, dema keştiya Cape Dow a ku ala Antîgua û Barbuda li ser e di Tengava Hurmuzê re derbas dibû rastî êrişekê hat, di encamê de deryavanekî Hindistanî hat kuştin.

Hêzên Deryayî yên Omanê ragihand ku piştî êrişê agir bi odeya jenetoran ket, 27 tîmên keştiyê rizgar kirin û yek jî wefat kir.

Balyozxaneya Hindistanê ya li Mesqetê diyar kir ku welatiyekî Hindî di êrişê de wefat kir û got berê keştiyê ber bi Hindistanê ve bû û ew bi rayedarên Omanê re der barê selametiya endamên din ên tîmê hevrêziyê dike, di nav de jî 19 endamên Hindistanî hene.

Li gorî raporên deryavaniyê keştî bi 2 mûşekan hat hedefgirtin. Der barê hûrgiliyên êrişê û aliyê berpirsiyar lêpirsîn tên kirin.

(f)