Li Şamê di teqînekê de ciwanek mir

Li bajarê Dariya yê gundewarê Şamê ciwanek di teqîna bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da.

Li Şamê di teqînekê de ciwanek mir
23 îlon, 2026   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di teqîna bermahiyên şer li bajarê Dariya yê gundewarê Şamê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku ciwanê ji ber teqîna bermahiyeke şer birîndar bûye rakirina Nexweşxaneya Wetenî ya Dariya, lê ji ber birîna giran jiyana xwe ji dest da.

(f)