MSD`ê û Tevgera Kedê ya Demokratîk rêbazên xurtkirina diyalogê gotûbêj kirin

MSD’ê li Şamê bi Tevgera Kedê ya Demokratîk re hevdîtin pêk anî û li ser geşedanên siyasî yên dawîn ên li Sûriyeyê gotûbêj kirin.

MSD`ê û Tevgera Kedê ya Demokratîk rêbazên xurtkirina diyalogê gotûbêj kirin
23 îlon, 2026   11:56
ŞAM

Ofîsa Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya Şamê pêşwaziya nûner û endamê Desteya Siyasî ya Tevgera Kedê ya Demokratîk Fîras Mînî kir.

Di hevdîtinê de girîngiya xurtkirina diyaloga di navbera sûriyeyiyan de û xurtkirina têkiliyên di navbera hêzên siyasî û civakî de hate gotûbêjkirin.

Her du aliyan bal kişand ser girîngiya parastin û garantîkirina destûrî û qanûnî ya mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê.

(k)

ANHA