Li Hesekê têkildarî naskirina zimanê Kurdî panel

paneleke diyalogê ya ku Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê organîze kiriye Ii ser pêwîstiya neguherîna zimanê Kurdî ji zimanekî neteweyî bo zimanê fermî heye hate nirxandin.

23 îlon, 2026   21:49
HESEKÊ

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê bi sernavê “Pêwîstiya veguherîna zimanê Kurdî ji zimanekî neteweyî bo zimanekî fermî “paneleke diyalogê li Parka Xwendinê ya Til Hecerê ya Hesekê li dar xist.

Di panelê de hejmarek rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar û kesayetên civakî amade bûn, li ser rewşa zimanê Kurdî û pêwîstiya naskirina wî wekî zimanî fermî hat nîqaşkirin.

Mamosteya zimanê Kurdî Mistefa Ferhan axaftina destpêkê kir û got zimanê Kurdî mafekeî neteweyî ye û nabe aliyek wî paşguh bike. Ferhan da zanîn ku dayika Kurd parêzvana yekemîn a zimanê Kurdî bû, ji nifşekî bo nifşekî din parast.

Ferhand destnîşan kir ku Kurd ji destpêka şoreşê de bi reng û alên xwe derketin qadan û armanca wan a herî girîng naskirina hebûn, maf û zimanê wan bû.

Ferhan got: “Ezmûnên dîrokî di gelek dewletan de hene ku gelan zimanê xwe veguherandina zimanên fermî li gorî şert û mercên diyarkirî. Ger em hejmara Kurdan di ber çavan re bigirin rêjeyeke mezin, ev jî dihêle zimanê wan ji zimanê neteweyî bibe zimanê fermî.”

Di dewama axaftina xwe de Ferhan wiha axivî: “Ezmûna Rêveberiya Xweser îsbat kir ku zimanê Kurdî dikare bikeve saziyan û di warên cuda yên îdarî, perwerdehî û civakî de bi kar bê û li gorî pêdiviyên civakê ye.”

Ferhan biryara hikumeta veguhêz a têkildarî xwendina zimanê Kurdî di dibistanan de rexne kir û got ew biryar têra daxwazên Kurdan nake û divê zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî, ji ber ku tevahî şert û mercên wî guncaw in ku were naskirin.

Dûre deriyê nîqaşê li pêş amadebûyan vebû û hat diyarkirin ku biryara hikumetê ya perwerdehiya bi zimanê Kurdî di hefteyê de tenê 3 wan daxwazên Kurdan dabîn nake.

Amadebûyan bal kişand ser pêwîstiya berdewama têkoşîna di oxira naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî û got ew bi vê daxwazê re ne û dev jê bernadin.

(f)

ANHA