Katz: Em ji Cebel Şêx û herêma ewlehî ya Sûriyeyê venakişin

Katz ragihand ku Îsraîl dê ji Cebel Şêx û herêma ewlehiyê ya li Sûriyeyê venekişe, hêzên Îsraîlê li wir in û Coln beşek ji Îsraîlê û serweriya wê ye.

Katz: Em ji Cebel Şêx û herêma ewlehî ya Sûriyeyê venakişin
23 îlon, 2026   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz îro got Îsraîl dê ne ji Cebel Şêx ne jî ji wê herêma ewlehiyê ya ku li nava Sûriyeyê di bin kontrola wê de ye, venekişe. Hêzên Îsraîlê li herêmên kontrol kirine ye.

Katz anî ziman ku ger êrişek ji aliyê Sûriyeyê ve hat wê herêma di bin kontrola Îsraîlê de di bin kontrola wê de bimîne û wê hêzên wan belavbûna xwe berdewam bikin.

Der barê Colanê de Katz diyar kir ku Colan "di bin serweriya Îsraîlê de" ye û "beşeke ji Îsraîlê" ye.

(f)