Balafireke F-16 li baregeha hewayî ya Amerîkayê ya Almanyayê ket

Balafireke şer a F-16 a Hêza Hewayî ya Amerîkayê li Baregeha Hewayî ya Spangdahlemê ya rojavayê Almanyayê ket xwarê. Pîlot bi ewlehî xwe ji paraşûtê avêt.

Balafireke F-16 li baregeha hewayî ya Amerîkayê ya Almanyayê ket
22 îlon, 2026   21:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Amerîkayê ragihand ku balafireke şer a F-16 a Baregeha Hewayî ya Amerîkî ya li Spangdahlemê ya rojavayê Almanyayê ket xwarê. Pîlot bi ewlehî xwe ji paraşûtê avêt û niha tedawiyê dibîne.

Di daxuyaniya artêşê de ku li ser X‘ê hatiye weşandin hate gotin, lêkolînkirina sedema bûyerê tê kirin.