Li Frankfurtê çalakiya piştevaniyê bi Rojava re

Li Frankfurtê, di meş û mitînga bi armanca piştevaniya bi gelê Rojava re, banga parastina destkeftiyên demokratîk û mîsogerkirina ziman, çand û nasnameya gelê Kurd hate kirin.

Li Frankfurtê çalakiya piştevaniyê bi Rojava re
18 îlon, 2026   23:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Frankfurt ê Almanyayê, bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û rêxistinên ciwanan, meş û mitînga piştevaniyê bi Rojava û Kobanê re hatin lidarxistin. Bi sedan kes ji Frankfurt û bajarên derdor tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku divê destkeftiyên ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine werin parastin.

Girseya ku li Stasyona Trenê ya Navendî ya Frankfurtê li hev civiyan, di şexsê Sîpan Hiznî ku li Hesekê hate revandin û bi awayekî hovane hate qetilkirin şehîdên azadiyê bi deqeyek rêzgirtin hatin bibîranîn. Piştî rêzgirtinê, sirûda neteweyî ya gelê Kurd, “Ey Reqîb” hate xwendin.

Li qadê, alên Rojava, pankart û wêneyên şehîdan hatin hilgirtin. Wêneyên şehîdên şewata girtîgeha Kobanê jî hatin hilgirtin.

Beriya meşê, li ser navê komîteya amadekar daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hewldanên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê li ser destkeftiyên gelê Kurd nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Rojava ji sala 2014’an ve bi dayîna berdêlên mezin pergalekî demokratîk hate avakirin û hate gotin ku ev pergal bi hezaran şehadet û birîndarbûnan hatiye dewamkirin.

Girseya ku di tevahiya meşê de pankartên li ser Rojava hilgirtin, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Yekîtiya Gelên Kurdistan” û “Bijî Berxwedana Kobanê” berzkirin.

Girseya ku ji kolanên navendî yên Frankfurtê derbas bûn û gihiştin Qada Hauptwachê, li vir mitîngê li dar xist. Di axaftinan de hate diyarkirin ku Rojava ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên li herêmê modeleke jiyanê ya demokratîk.

Di mitîngê de îşaret bi têkoşîna azadiya ya bi pêşengiya jinan û parastina jiyana hevpar a gelan hate kirin. Mitîng piştî axaftinan, bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû. Girseyê diyar kir ku ew ê piştevaniya bi gelê Rojava û Kobanê re bidomînin.