Medyaya Erebî bandorên krîza Hourmuzê û siber rewşa herêmî nirxand

Medyaya Erebî li bandorên krîza Hurmuzê û berfirehkirina wê heta Bab El Mendeb û Deryaya Sor û bandora wê li ser ewlehî û enerjiyê ya Kendavê, her wiha rewşa siyasî ya Îsraîlê niîsî.

Medyaya Erebî bandorên krîza Hourmuzê û siber rewşa herêmî nirxand
19 îlon, 2026   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîs û analîzên ku îro hatine weşandin li ser 2 mijarên sereke sekinîn: bandorên krîza Tengava Hurmuzê û berfirehkirina wê heta Bab El Mendeb û Deryaya Sor û siberoja siyasî ya Îsraîlê û bandora hilbijartinên wê li ser herêmê.

HURMUZ Û DERYAYA SOR: RAGEŞIYA ÎRANÊ Û BANDORÊN WÊ LI SER HERÊMÊ

Rojnameya El Xelîc gotarek bi sernavê "Senaryoyên ji bo Siberoja Krîza Hurmuzê" weşand, ku li ser bandorên krîza tengavê û vebijarkên ku Îran û herêm pê re rû bi rû ne, nivîsî.

Gotarê diyar kir ku krîz "ne tenê bertekek Îranê ye li hember şer, cezayan, an dorpêçkirinê," lê belê dirêjkirina rêgehek dirêj a siyasî û aborî ye, ku nîşan dide ku Tehran hewl dide ku lêçûna krîza xwe bavêje ser welatên cîran û cîhanê.

Gotarê 4 senaryoyên ji bo krîzê pêşkêş dike, di nav de berdewamiya "şerekî kontrolkirî yê westandinê", îhtîmala berfirehkirina qedexeyan û hedefgirtina bender û boriyan, zêdebûna pevçûnê bo pevçûnek herêmî ya berfirehtir û di dawiyê de, vebijarka kêmkirina aloziyê û çareseriyekê.

Malpera Independent Arabia her wiha gotarek bi sernavê "Beşa Dawî ya Xeternak di Lîstika Hûsiyan de" weşand, ku berfirehbûna Hûsiyan li perava rojavayê Yemenê û bandorên wê li ser geşta deryayî li Deryaya Sor û Erebistana Siûdî nirxand.

Gotarê nivîsî ku karanîna geştyariya deryayî wekî kaxetek danûstandinê dikare derî li hevalbendên herêmî û navneteweyî yên dijber veke.

HILBIJARTINÊN ÎSRAÎLÊ, SIBEROJA SÎSTEMA SIYASÎ, Û BANDORÊN WÊ YÊN HERÊMÎ

Rojnameya El Xlîc gotarek bi sernavê "Hilbijartinên Îsraîlê: Krîzek Dewletê an Krîzek Sîstemê?" weşand. ku hilbijartinên Îsraîlê yên siberojê, dubarebûna hilbijartinên pêşwext û polarîzasyona navxweyî dinirxîne, wan bi rêça şer û aloziyên herêmî yên di salên dawî de ve girêdide.

Nivîskar destnîşan kir ku hilbijartinên siberojê piştî rêzepêşketinên leşkerî û siyasî li Xezayê, Lubnanê, Sûriyeyê û Îranê tên û wan wekî nîqaşek li ser "siberoj û şêweyê dewlet û hikûmeta ku dê Îsraîlê birêve bibe" dihesibîne.

Di gotarê de her li ser zimanê rojnamevanê Amerîkî Thomas Friedman hati gotin ku ev hilbijartinan "diyarkirina siberoja Îsraîlê û demokrasiya ne".

Rojnameya "El Ittihad" jî li ser vê mijarê gotarek bi sernavê "Gelo elîta desthilatdar a Îsraîlê dê biguhere?" weşand, ku tê de nivîskar li ser pêşbaziya di navbera lîsteyên nû û rêberan de di hilbijartinên siberojê de sekinî û destnîşan kir ku 38 lîste dê ji bo 120 kursiyan pêşbaziyê bikin.

(k)

ANHA