Ji bo perwerdeya bi kurdî li ber dibistanê çalakiya konvedanê

Dê û bavên xwendekarên bajarokê Rimêlanê li ber Dibistana Şehîd Ahîn ji bo perwerdeya bi kurdî dest bi çalakiya konvedanê kir.

Ji bo perwerdeya bi kurdî li ber dibistanê çalakiya konvedanê
Ji bo perwerdeya bi kurdî li ber dibistanê çalakiya konvedanê
Ji bo perwerdeya bi kurdî li ber dibistanê çalakiya konvedanê
Ji bo perwerdeya bi kurdî li ber dibistanê çalakiya konvedanê
Ji bo perwerdeya bi kurdî li ber dibistanê çalakiya konvedanê
Ji bo perwerdeya bi kurdî li ber dibistanê çalakiya konvedanê
23 îlon, 2026   13:27
QAMIŞLO

Dê û bavên xwendekarên Dibistana Şehîd Ahîn a Rimêlanê ya Girkê Legê, îro li ber dibistanê kon veda û çalakî li dar xist. Çalakvanan daxwaz kir ku perwerdeya li dibistanan bi tevahî bi zimanê kurdî be.

Dê û bav û şêniyên deverê tev li çalakiyê bûn, daxwaza mafê zarokên xwe yê fêrbûna bi zimanê dayikê kir û biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî bi 3 dersan di hefteyê de, red kir.

Di çalakiyê de, xwendekara bi navê Naya Hesen daxuyaniyek xwend û daxwaz kir ku Wezareta Perwerdeyê rêzê li mafê civaka Kurd ê perwerdeya bi zimanê dayikê bigire.

(k)

ANHA