Xort û zarokê winda hîna nehatine dîtin

Salih El Ehmed û Udey Îbrahîm El Hemîd hîna winda ne û ev bûye 3 hefte malbatên wan tu agahî jê wernegirtine.

Xort û zarokê winda hîna nehatine dîtin
22 îlon, 2026   13:30
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên herêmî ser sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyeyê de Salih Mihemed El Ehmed û zarokê bi navê Udey Îbrahîm El Hemîd, ev nêzî 3 hefte ye winda ne û malbatên wan tu agahî der barê wan de wernegirtine.

Heman çavkaniyan dan zanîn ku Salih Mihemed El Ehmed ji gundê El Selmasê yê girêdayî Til Temire û ev nêzî 10 roj e ku li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyeyê winda ye. El Ehmed sînor derbas dike û diçe aliyê Tirkiyeyê.

Çavkaniyên herêmî anî ziman ku leşkerên Tirk ên sînor diparêzin gule li El Ehmed reşandine û wî xwe di nava zeviyeke garis de veşartiye. Ji wê demê ve malbata El Ehmed agahiyê jê wernagire.

Her wiha zarokê bi navê Udey Îbrahîm El Hemîd ev bûye nêzî 20 roj agahî jê nayên girtin. El Hemîd ji gundê El Erîşa yê Serêkaniyê ye, dema ku ew bi malbata xwe re diçe nava zeviyên nêzî sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyeyê de, winda dibe.

Malbata El Hemîd û El Ehmed li zarokên xwe digerin û heyanî niha tu agahî ji wan wernegirtine.

(np)

ANHA