Xwendekarên Çilaxayê daxwaza fêrbûna bi zimanê kurdî dikin

Xwendekarên Kurd û malbatên wan ên li Çilaxayê diyar kir ku fêrbûna bi zimanê kurdî mafê wan ê xwezayî ye û sînordarkirina hînkirina wî bi 3 dersan di hefteyê de, red kir.

Xwendekarên Çilaxayê daxwaza fêrbûna bi zimanê kurdî dikin
Xwendekarên Çilaxayê daxwaza fêrbûna bi zimanê kurdî dikin
Xwendekarên Çilaxayê daxwaza fêrbûna bi zimanê kurdî dikin
24 îlon, 2026   06:25
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Bertekên xwendekarên Kurd û malbatên wan li parêzgeha Hesekê li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya der barê fêrbûna zimanê kurdî û sînordarkirina hînkirina wî bi 3 dersan di hefteyê de, berdewam dikin.

Xwendekar û malbatên wan ên li bajarê Çilaxa yê herêma Cizîrê ji ajansa me re axivîn.

Xwendekara bi navê Zemzem Mihemed diyar kir ku wê ji destpêka perwerdeya xwe ve bi zimanê xwe yê dayikê kurdî, xwendiye û destnîşan kir ku nayê qebûlkirin ku ew neçar bimîne ku bi zimanekî ji bilî zimanê xwe, ku nasnameya wê ya neteweyî diyar dike, fêr bixwînin.

Xwendekara bi navê Nisrîn Remedan diyar kir ku biryara Wezareta Perwerdeyê ya veqetandina tenê 3 dersan ji bo hînkirina zimanê kurdî nayê qebûlkirin. Nisrîn nerazîbûna xwe ya li hember biryarê anî ziman û daxwaz kir ku tevahiya pirtûkên xwendinê bi zimanê kurdî, zimanê wan ê dayikê, were hînkirin, her wiha destnîşan kir ku ew nikarin bi zimanekî ji bilî zimanê xwe yê dayikê pêş bikevin an jî fêr bibin.

Xwendekarê pola sêyemîn Aras Remedan got: "3 ders bi kurdî ji bo me têrê nakin. Em nikarin bi erebî bixwînin an jî fêm bikin. Em dixwazin perwerdeya me bi zimanê kurdî be û divê Wezareta Perwerdeyê bersiva daxwazên me bide.”

Xwendekara bi navê Lîlan Sefo jî got: “Ji bo zêdekirina zanîna me ya li ser erebî, tu nerazîbûneke me li hember yek an du ders bi erebî tune, lê di berdêla wê de, divê tevahiya bernameya me bi kurdî be.”

Ji malbatên xwendekaran Siyamend Mihemed piştgiriya xwe ji bo daxwazên xwendekaran anî ziman û diyar kir ku mafê zarokên wan ê xwendina bi Kurdî mafekî xwezayî ye û divê ew jî wekî gelên din bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibin.

(k)

ANHA