Şara: Ji bo leşkerên Tirk ên li Sûriyeyê dê çarçoveyeke qanûnî bê amadekirin

Serokê hikumeta veguhêz ya Sûriyeyê Ehmed El Şara got dê ji bo leşkerên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê çarçoveyeke qanûnî were amadekirin.

Şara: Ji bo leşkerên Tirk ên li Sûriyeyê dê çarçoveyeke qanûnî bê amadekirin
23 îlon, 2026   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şara ku ji bo beşdarbûna civîna 81’emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye, li navenda Atlantic Council axivî. Civîn ji aliyê dîplomatê berê yê DYA’yê Brett McGurk ve hat rêvebirin.

Şara li ser hebûna hêzên leşkerî yên biyanî yên li Sûriyeyê axivî. Şara got berê li Sûriyeyê nêzîkî 170 navendên leşkerî yên Rûsyayê hebûn, lê ev hejmar niha ketiye 2 baregehên sereke. Şara der barê hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê de jî anî ziman ku ew bingeheke qanûnî amade dikin ji bo leşkerên Tirkiyeyê û got: “Niha em dikevin qonaxa dayîna statuya qanûnî ji bo baregehên Tirkiyeyê yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê. Ji ber ku divê hebûna her hêza biyanî li ser pejirandina gelê herêmê be û statuyeke qanûnî jê re hebe.”

‘TÎMÊN TEKNÎK DÊ MIJARA PERWERDEYÊ ÇARESER BIKIN’

McGurk di civînê de bal kişand ser Biryarnameya 13’an û behsa şehîdxistina leşkerê Tabûra Hasekê Sîpan Hiznî kir û got bûyerên bi vî rengî dikarin dîsa gengeşiya li Sûriyeyê zêde bikin.

Şara li ser mafê perwerdeya bi kurdî diyar kir ku Kurd ji civaka Sûriyeyê ne û mafên wan ên çandî û zimanî divê bêne naskirin û got: “Kurd beşeke civaka Sûriyeyê ne û di hundirê vê dewletê de dijîn. Naskirina mafên wan ên çandî û zimanî erk û mafekî rewa ye. Ji ber vê yekê me berî yekbûnê biryara xwe derxist û piştî 100 salan ev biryar bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.”

Şara li ser perwerdeya bi kurdî jî anî ziman ku li herêmên ku Kurd lê dijîn li ser fêrkirina kurdî li dibistanan hatine gihîştine encamekê û got kurdî dê 3 saetan di hefteyê de bê fêrkirin û tîmên teknîk yên Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ji bo bicihanîna biryarê mekanîzmayên pêwîst amade dikin.