ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-09-2026
24 îlon, 2026   02:00

Xwendekarên Kurd û malbatên wan ên li Çilaxayê diyar kir ku fêrbûna bi zimanê kurdî mafê wan ê xwezayî ye û sînordarkirina hînkirina wî bi 3 dersan di hefteyê de, red kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên ji Reqa, Girê Spî û Minbicê ku li dibistanên bajarê Kobanê dimînin, di nava şert û mercên jiyanê yên krîtîk de dijîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi nêzîkbûna zivistanê re metirsiyên welatiyan ên der barê dabînkirina sotemeniya germkirinê de zêde dibin. Hîna pêvajoya belavkirina mazotê ji bo malbatan dest pê nekiriye ku ev yek jî bûye sedema nerazîbûnê.(BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi sedan salan e li Sûriyeyê pirsgirêka jinan heye. Jin di qada siyasî de û ji hemû aliyan ve tên paşguhkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê bi hevrêziya Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê re cenazeyê şehîd Rozîv Cuma li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî oxir dike, saet 16.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê şehîd Rama Xelîl Xelîl û Zeyneb Cuma Hemzê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar oxir dike, saet 17.30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiya El Weten El Sûrî bi hevrêziya Gerînendetiya Çandê ya Parêzgeha Hesekê û Gerînendetiya Herêma Qamişloyê re şevbuhêrkeke helbestî li Navenda Çandê ya Qamişloyê organîze dike, saet 18.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên jInan panelek diyalogê bi sernavê “Proseya entegrasyonê û destkefityên jinan di navbera rewş û hêviyan de” li Parka Xwendinê ya Qamiloyê li dar dixe, saet 09.30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çalakiya konvedanê ya bajarê Girkê Legê ya ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerdê û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz bi dawî dibe, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)