DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku hevdîtinên di navbera rayedarên dewletê, Rêber Abdullah Ocalan û rêveberiya PKK`ê de dewam dikin û ragihand ku ew di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne.

DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne
23 îlon, 2026   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) Ayşegul Dogan, duh (22 Îlon) li navenda giştî ya partiya xwe der barê mijar û geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku di serdema ku derbas dibin de ji bo hemû qadan pêdivî bi demokratîkbûyînê heye û got ku li hemû qadên jiyanê rizîbûnek heye. Ayşegul Dogan bal kişand ser peywîrdarkirinên nû yên Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe û ew ê ji bo demokratîkirina welat têkoşîna xwe bidomînin.

‘EM LI BENDA GEŞEDANÊN GIRÎNG IN’

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku yek jî mijara civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya wê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû û wiha axivî: “Qanûna çarçoveyî ji bo bi dawîbûna pêvçûnan gava yekem bû. Herî dawî heyeta DEM Partiyê bi birêz Ocalan re hevdîtinek kir. Ew hevdîtin piştî qanûna çarçoveyî hevdîtina yekem bû. Heyeta me daxuyaniyek jî da. Em di rojên pêş de ji bo bêçekkirinê li benda geşedanên nû ne. Yanî desteyên hatine avakirin li qadan ji bo bêçekkirinê xebatên xwe dikin. Birêz Ocalan jî divê di koordînatoriya bêçekkirin û siyasetê de dikaribe bi rola xwe rabe. Divê statuya birêz Ocalan bi cih were û şert û merc bên başkirin. Desteya Şopandinê ya ji bo qanûn hatiye avakirin civîna xwe ya yekem pêk anî. 4 Desteyên Jêr jî hatin avakirin. Li qadê hin xebat jî hatine kirin. Lê hê jî di van Desteyên Jêr de wê kî cih bigire hê bi raya giştî re nehatiye parvekirin. Weke DEM Partiyê em dibêjin divê ew deste bi hev re bi awayekî koordîneyî bixebitin û kî di van desteyan de cih bigire divê ji raya giştî re bê parvekirin.”

DESTEYA ÇAVÊDRIYÊ

Ayşegul Dogan diyar kir ku piştî vebûna Meclisê ya di 1`ê Cotmehê de divê Desteya Çavdêriyê ya Meclisê jî bê avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jî amadekariyên xwe dikin. Li gorî qanûna çarçoveyî divê Desteya Çavdêriyê bê avakirin. Piştî meclis vebû divê ew deste bê avakirin. Divê bi temsîlkirineke adil ew deste bê avakirin. Divê her gaveke ku bê avêtin gava beriya wê temam bike. Helbet ya girîng demokratîkkirin e. Ji ber ku li gorî rapora Komîsyona Meclisê divê piştî qanûna çarçoveyî qanûnên demokratîkbûyînê bikevin meriyetê. Divê darazeke serbixwe pêk were û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa bi cih werin.”

'DIVÊ ŞERT Û MERCÊN BIRÊZ OCALAN BÊ BAŞKIRIN'

Ayşegul Dogan anî ziman ku di serdema nû de dê partiya wan bi beşên cuda yên civakê re civînên wan berdewam bike û wiha got: “Hevserokên me îro bi saziyên Elewiyan re civiyan. Em ê bi beşên cuda yên civakê re jî civînekê li dar bixin. Divê di vê pêvajoyê de peyamên birêz Ocalan ji raya giştî re bên parvekirin û şert û mercên hevdîtinê bi siyasetmedar û rojnamegeran re pêk were. Divê ev yek ji aliyê hiqûqî ve jî bê misogerkirin. Her wiha divê zimanê heyî jî biguhere û hemû kes zimanekî nû bikar bîne. Ev zimanê negatîf û dijber bandoreke neyînî li ser civakê dike. Divê em hewl bidin zimanekî nû û bi berpirsyariya xwe rabin.”

Ayşegul Dogan di dawiyê de bersiva da pirsên rojnamegeran. Ayşegul Dogan li ser pirsa der barê ser şert û mercên Rêber Abdullah Ocalan de jî diyar kir ku divê rol û misyona Rêber Abdullah Ocalan li ber çavan bê girtin.