Jinên ji Qamişloyê: Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo aştî û demokrasî nabe

Jinên ji bajarê Qamişloyê diyar kir ku pêkanîna aştî û demokrasiyê li herêmê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Jinan bang li dewleta Tirk kir ku ji bo bersivdana banga Rêber Apo gavên cidî biavêje.

Jinên ji Qamişloyê: Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo aştî û demokrasî nabe
28 cotmeh, 2025   03:45
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD

hejmarek jinan ji bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê ji ajansa me re der barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan kiriye û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de nêrînên xwe parvekirin. Jinan diyar kir ku edalet, wekhevî û aştiya rastîn bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk nayê.

Girêdayî mijarê Şeha Hesarî ya ji bajarê Qamişlo girêdayî xwe bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û got: "Rêbertî nasnameya me ye. Bi saya fikrê wî me karibû wekî jinên Kurd xwe bi pêş bixin û dîroka xwe bêhtir nas bikin. Wî ji bo pêkanîna guhartina bingehîn a li ser bingeha edalet û yasayê bang li hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn û gelê Kurdistanê kir."

Şeha diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd bû, lê ji bo tevahî gelan û pêkhateyan bû û destnîşan kir ku têgihîştina vê bangê ji aliyê dewleta Tirk ve bingeha pêkanîna demokrasî û aştiyê ye.

Şeha têkildarî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo got: "Em dayikên aştiyê bang dikin ku demildestê Rêber Abdullah Ocalan berdin. Ji ber ku bêyî azadiya wî ne pêkan e edalet pêk were, ew dikare çareseriyên berfireh ji bo tevahî dozan pêşkêş bike."

Di dawiyê de Şeha anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne daxwazeke takakesî ye, lê daxwazeke giştî ya gel e û got: "Dema azadiya wî pêk were, ezadiya jinan û civakê de pêk tê, bingehên demokrasî, wekhevî û aştiyê jî bi cih dibin."

Li aliyekî din jî Nahid Xelîl da zanîn ku wê bi rêya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe nas kir û got: "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya her jinekê û aştiya her gelekî ye. Em hêvîdar in di demek nêz de wî azad bibînin."

Nîzam Nûrî Xelîl jî da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan ji destpêkê ve dixwaze aştî misoger bibe, û banga wî gaveke girîng ber bi çareseriyê ve bû, lê dewleta Tirk hîna jî di pêkanînê de tu gavên pratîkî ber bi bicihanîna vê armancê ve neavêtine."

Nîzam diyar kir ku "Ger azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger nebe, aştî û demokrasî jî pêk nayê. Ji ber ku wî azadiya rastîn da jinan û rêya zanîn û zanistê li pêş wan vekir."

Di dawiya axaftinên xwe de jinan diyar kir ku ew bi têkoşîn û daxwazên xwe yên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne, ji ber ku azadiya wî ji bo azadiya tevahî gelan deriyê rastîn e.

(mh/fr)

ANHA