‘Hikumeta veguhêz ji bo berjewendiyên xwe zextê li gelê Sûriyeyê dike’

Hevserokê PYD’ê yê kantona Tebqayê diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî aliyên sûriyeyî ji mafên wan ên sereke dûr dixe û got “Ev rê li ber çareseriya siyasî digire û destê derve di dosyaya Sûriyeyê de dirêjtir dike.”

‘Hikumeta veguhêz ji bo berjewendiyên xwe zextê li gelê Sûriyeyê dike’
‘Hikumeta veguhêz ji bo berjewendiyên xwe zextê li gelê Sûriyeyê dike’
‘Hikumeta veguhêz ji bo berjewendiyên xwe zextê li gelê Sûriyeyê dike’
‘Hikumeta veguhêz ji bo berjewendiyên xwe zextê li gelê Sûriyeyê dike’
21 cotmeh, 2025   05:50
TEBQA

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hewldanên çareseriya siyasî ya xwe dispêre dan û standinên navxweyî asteng dike. Ji bo berjewendiyên xwe hewl dide valatiyê di navbera gelê Sûriyeyê de çêke. Ev ji dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê û Siwêdayê dest pê dike.

Hevserokê PYD’ê yê kantona Tebqayê Mistefa El Nasir der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: “Gavên hikumeta veguhêz berê xwe didêyê û bi taybet wekî qutkirina riya di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Sûriyeyê, her wiha rawestandina derbaskirina ard û madeyên jiyanî ji parêzgeha Siwêdayê re û dorpêça li dijî taxa Şêxmeqsûd de bi armanca zextê li dijî gelê Sûriyeyê pêk tên.”

Mistefa El Nasir di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku mijarên mirovî di rêza yekem de ne û divê bê cûdahî ji hemû gelê Sûriyeyê re vekirî be.

El Nasir, da zanîn ku pêşkêşkirina xizmetan ji hemû gelê Sûriyeyê re di dema danûstendinan de nerînên aliyan nêzî hev dike û ev tişt anî ziman: “Hin mafê di peymana cîhanî ya mafê mirovan de ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine destnîşankirin, hene. Bi taybet azadiya veguhertinê, perwede û nerînê, ev maf nabe ew wekî daxwazên siyasî werin destnîşankirin. Ev mafên bi tu awayî nîqaş li ser nabin.”

El Salih da zanîn ku madem li Sûriyeyê dan û standinên navxweyî hene, nabe jiyana welatiyan di mijarên siyasî de bibe bazar û ev tişt anî ziman: “Vekirina dozên jiyanî yên jiyana welatiyan eleqedar dike, bandorê li pêkanîna danûstendinên di navbera aliyên Sûrî-Sûrî de dike.  Bi taybet ji ber hemû gel Sûriyeyê li benda encamên wan dan û stendinan e.”

El Nasir bal kişand ser zihniyeta aliyên rêveberiya welat dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê nerîna aliyên welat bi rê ve dibin, hemû nerînan bigre nava xwe. Ev li dûrî zihniyeta dûrxistin û paşgukirinê pêk tê. Ji ber armanca tevan bi nîqaş û danûstendinên pêk tên, peydakirina çareseriya siyasî ya di nava civaka Sûriyeyê de incex wiha pêk were.”

Mistefa El Nasir wiha lê zêde kir: “Divê dan û stendina navxweyî ya di navbera aliyên sûriyeyî dûrî zextên derve pêk were. Destwerdan û zextên derve sedema sereke ya têkçûyîna dan û standina di navbera aliyên sûriyeyî de ye. Dewletên derve hewl didin berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyeyê pêk bînin. Çareseriya rast divê di nava gelê Sûriyeyê de be. Bi taybet ji bo avakirina Sûriyaya hemû gelê xwe himbêz bike, ev pêkan e. Giraniya danûstendinan û hewldanên têkbirina wan, girêdayî berjewendiniyên derve ye. Ji ber wê jî temenê aloziya li Sûiyeyê 14 salên derbasbûyî zêde bûye. Vê aloziyê gelê Sûriyeyê pir westandiye. Niha jî gelê Sûriyeyê li benda aştî, aramî, ji nû ve avakirinê û jiyana aştiyane ya di nava hemû gelê Sûriyeyê de ye.”

(dc)

ANHA