Ciwanên Dirbêsiyê: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê mezin bikin

Ciwanên ji bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan bûne meşaleya mezinkirina têkoşîna azadiyê û got dê têkoşînê bilind bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger dikin.

Ciwanên Dirbêsiyê: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê mezin bikin
21 cotmeh, 2025   03:45
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Ciwanên ji bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê got dê têkoşîna xwe mezin bikin heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

Silava Semio bi bîr xist ku Bang Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye kirin, ji bo rawestandina şeran û pêkanîna aştiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn e, lê desthilata Tirk tu avên cidî li hemberî çareseriyê neavêtine.

Silavayê da zanîn ku tevî 26 sal di ser ragirtina Rêber Abdullah Ocalan re derbas bûne, lê desthilata Tirk mafê wî yê hêviyê pêk nayîne û ev li gotinên xwe zêde kir: "Şêniyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gelek pêkngav li dar xistin. Li vir jî erekeke mezin dikeve ser milê ciwanan. Divê ciwan bi kurahî manîfestoya Aşt û Civaka Demokratîk fêm bikin da ku karibin rola xwe ya pêşeng bi awayekî mezin pêk bînin."

Silava Semio got ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Nesrîn Xelîl jî îşaret pê kir ku Rêber Abdullah Ocalan berxwedaneke mezin li girtîgeha Îmraliyê dike û destnîşan kir ku ji Îmraliyê fikr û felsefeya wî li tevahî cîhanê belav bûye û ji ciwan û jinan re bûye rêbaza domandina têkoşînê.

Nesrînê got Rêber Abdullah Ocalan girîngiyek mezin da ciwanan û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em ciwan dê çalakiyan bidomînin, têkoşînê mezin bikin û xwe li gorî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan perwerde bikin."

Dilovan Mihemed jî diyar kir ku têkoşînê Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî ji bo azadiya tevahî gelan e. Dilovan anî ziman ku ciwan her tim bi xwendina ramanên Rêber Abdullah Ocalan xwe dibînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê ciwanan. Li ser vê yekê em ê têkoşînê bidomînin û li qadan bin heya ev armanc bi cih were.”

(bb)

ANHA