Berhema jinên koçber: Zeeter Efrîn

Jinên koçber ên ji Efrînê bi pêşxistina projeya “Zeeter Efrîn” re ji bilî debara malbatê tevlî pêşxistina aboriya civakî dibin.

Berhema jinên koçber: Zeeter Efrîn
Berhema jinên koçber: Zeeter Efrîn
Berhema jinên koçber: Zeeter Efrîn
Berhema jinên koçber: Zeeter Efrîn
Berhema jinên koçber: Zeeter Efrîn
Berhema jinên koçber: Zeeter Efrîn
Berhema jinên koçber: Zeeter Efrîn
Berhema jinên koçber: Zeeter Efrîn
Berhema jinên koçber: Zeeter Efrîn
Berhema jinên koçber: Zeeter Efrîn
Berhema jinên koçber: Zeeter Efrîn
Berhema jinên koçber: Zeeter Efrîn
21 cotmeh, 2025   05:10
QAMIŞLO
FEXRIYÊ KOTO

Komek jinên ji malbatên şehîdan ên Efrîn û Şehbayê ku ji ber êrişên komên çete yên Kanûna 2024`an koçî bajarê Qamişlo kirine, bi desteka Koperatîfa Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo projeya bi navê “Zeeter Efrîn” pêş xist.

5 jinên ku temenê wan di navbera 34-70`ê saliyê de ye, piştî ku bi malbatên xwe di xaniyan de bi cih bûn, serî li Meclisa Malbatên Şehîdan dan û xwestin ku ji bo debara malbatên wan alîkarî bêne kirin.

Her 5 jinan diyar kirin ku wan li Efrîn û Şehbayê ji bo malbatên xwe zeeter çê dikir, lewma eger destek were dayîn, ew ê karibin projeyek bi vî rengî pêk bînin.

Li ser pêşinyara jinan koperatîfa meclisê ji bo pêkanîna projeyê destek da û di meha Tîrmehê (2025) de hat destpêkirin. ji bo çêkirina zeeterê cihek hatiye veqetandin û amûrên pêwîst hatine bicihkirin.

Ji bo çêkirina zeeterê tiştên pêwîst ên wekî dendikên zebeş, nok, zeetera şîn (cater), kemûn, kizbera, kewsan, gijnîj û savar ji aliyê komîteya aborî ya meclisê ve tên temînkirin. Her 5 jin jî li kargehê van tiştên hatine diqelînin, piştre dibin aş û tev hev dikin. di encamê de jî berhema derdikeve tê pakêtkirin (her pakêtek ji 400 heta 700 Gram e) û bi navê “Zeeter Efrîn” pêşkêşî bazarê tê kirin.

Jinan ji karê qelandinê heta pakêtkirinê di nava xwe de karbeşî kiriye û her yek bi tiştekî re mijûl dibe.

Çêkirina zeeterê û hejmara pakêtên wan li gorî daxwazê pêk tê û di nava 15-20 rojan de temam dibe.

Bi vê projeyê her 5 jin debara malbatên xwe dikin. 

Nebîhe Hec Ebdo ya 70`ê salî dibêje wan li Efrînê jî ev kar dikir, lewma xwestine li vê deverê jî bidomînin û debara xwe bikin. Dayika Nebîhe xwest ku hemû jin di nava hilberînê de bin.

(a)

ANHA