Peyama Rêber Abdullah Ocalan radestî du qebîleyan hat kirin

Peyama Rêber Abdullah Ocalan radestî şêx û rûspiyên qebîleyên Mihelmiye û Benî Rebîayê hat kirin. Şêx û rûspiyan ku bersiva peyamê da piştgiriya xwe bi QSD’ê re anîn ziman û diyar kir ku QSD’ê garantorê parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

14 îlon, 2025   15:48
QAMIŞLO

Rêber Abdullah Ocalan peyamek ji serokweşîr û rûspiyên Cizîrê, Tebqa, Reqa û Dêrazorê re şand. Rêber Abdullah Ocalan di peyamê de banga xwedîderketina li xwişk-biratiya gelên Kurd û Ereb a dîrokî kir û piştgiriya bi QSD’ê re kir.

Bi armanca ku peyama Rêber Abdullah Ocalan radestî eşîran were kirin, komîteyek hat avakirin. Komîteyek ji hevserokê Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan parêzer Mihemed El Neîmî, endamê Meclisa Bajarê Til Hemîsê Mihemed El Şemerî, endamên Desteya Rûspiyan Fûad Al Başa û Hember Hesen, nûnerê Kongreya Îslama Demokratîk Mele Omer El Hemîd, şêwirmendên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Şehnaz Şerîf û Kawa Qehreman, endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî Hikmet Hebîb û seroka Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Rohat Xelîl, pêk tê.

Endamên komîteyê serdana şêx û rûspiyên qebîleya Mihelmiye û qebîleya Benî Rebîayê yên li bajarê Qamişloyê kir û peyama Rêber Abdullah Ocalan radestî wan kir.

Şêx û rûspiyên her du eşîran pêşwaziya peyama Rêber Abdullah Ocalan kir diyar kir ku helwesta wan a nîştimanî diyar e. Her wiha got, kantona Cizîrê nimûnyeke bêhempa ya xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş e, lewra tu aliyên derve yan hundirîn nikarin vê nimûneyê xirab bikin.

Şêx û rûspiyan anîn ziman ku herêm bi saya yekitî û hevgirtina wan heye û got, ew naxwazin herêm bibe qadek nakokiyên derve yan amûrên xirabkirinê. Her wiha îşaret pê kirin ku eşîr berê û niha jî beşekî esasî ya parastina herêmê û piştgiriya projeya demokratîk in.

Rûspiyan piştgiriya xwe bi QSD’ê re anîn ziman û ew wekî hêza nîştimanî ya garantora parastina ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nav kir. Di heman demê de pesnê rola QSD’ê di şerê li dijî terorê, parastina yekitiya herêmê de da.

Rûspiyan anîn ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelên bindest kedek mezin da û pîvanên xwişk û biratiya gelan belav dike. Rûspiyan îşaret pê kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nîşana tengaziyeke siyasî ye ku hişyariya civakî hewce dike.

(bb)

ANHA