Îsraîlê carek din ket Quneytîrayê

Artêşa Îsraîlê careke din ket herêma Til Kirûm ê gundewarê Quneytîrayê û rê neda ku şênî xeta avê sererast bike.

Îsraîlê carek din ket Quneytîrayê
25 mijdar, 2025   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên artêşa Îsraîlê piştî perwerdeyeke leşkerî li girên Colanê pêk anîn, derengiya şev ket herêma Til Kirûm a gundewarê Quneytîrayê.

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku hêzên Îsraîlê nehişt şêniyên gundê Hemîdiyê yê gundewarê bakurê Quneytîrayê xeta avê ya li beramberî gund sererast bike di encamê de pirsgirêka avê li gund derket.

Duh jî hêzên Îsraîlê gelek caran ket gundê Kodnayê. Ev yek bû sedema tirsê di nava şêniyan de.

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li hemberî liv û tevgerên domdar ên Îsraîlê yên di xaka Sûriyeyê de tu helwest nîşan nedaye.

(bb)

ANHA