Hêzên Îsraîlê bi ser gundekî Derayê de girt

Hêzên Îsraîlê bi ser gundekî Derayê de girt, gund dorpêç kir û dest bi lêgerînê kir.

Hêzên Îsraîlê bi ser gundekî Derayê de girt
10 mijdar, 2025   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzeke Îsraîlê vê sibehê li gundê Meriya yê Hewza Yermûk ê gundewarê rojavayê Derayê taxek dorpêç kir û operasyoneke kontrolkirina mal û kolanan da destpêkirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê 2 erebeyên leşkerî yên Îsraîlê ji baregeha El Cezîrê ya derdora gund ku ji Kanûna 2024’an ve lê bi cih bûye, derket û ber bi gund ve bi rê ket.

SOHR’ê da zanîn ku her du erebe li kolanên gund geriyan, hemwextî wê dron li ser herêmê digeriyan.

Ev tevger tirs di nava şêniyan de çêkir. Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li hemberî tevgerên Îsraîlê yên di axa Sûriyeyê de tu helwest nîşan neda.

)bb)