Îsraîlê careke din başûrê Lubnanê bombebaran kir

Îsraîlê li bajarokê Seyda yê başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir. Di encamê de kesek hat kuştin.

Îsraîlê careke din başûrê Lubnanê bombebaran kir
10 mijdar, 2025   09:50
NAVEDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi balafireke bêmirov a biçek li ser rêya Bîsariya ya navçeya Seyda ya li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir. Hate ragihandin ku di encamê de kesek hat kuştin.

Çavkaniyan diyar kir kir dronên Îsraîlê li ser herêma Tifahê digerin.

Duh êvarê jî balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê li bajarokê Homîna Jorî erebeyek bombebaran kiribû. Di encamê de kesek hatibû kuştin.