Lîderên Xiristiyan ji Trump daxwaza çareserkirina zehmetiyên pêkhateyên Sûriyeyê kir

Rêveberên taîfeyên Xiristiyan bang li serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku berevaniya pêkhateyên Sûriyeyê dewam bike, serdana serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri ji Washingtonê re ji bo çareserkirina zehmetiyên pêkhateyên Sûriyeyê yên ku di kuştin, koçberkirin û mehrûmkirinê re derbas dibin veberhîner bike.

Lîderên Xiristiyan ji Trump daxwaza çareserkirina zehmetiyên pêkhateyên Sûriyeyê kir
9 mijdar, 2025   23:56
NAVENDA NÛÇEYAN

100 lîderên olî yên Xiristiyan ên navdar ên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) peyamek ji serokê Amerîkayê Donald Trump re şand. Di peyamê de spasiya hewlên Trump ên parastina azadiya olî û têkoşîna dijî zordariya li ser Xiristiyanên li seranserî cîhanê, nexasim li Nîjeryayê hat kirin û bang li Trump kir ku çareserkirina zehmetiyên "kêmneteweyên olî" li Sûriyeyê bi rêya serdana serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri berdewam bike.

Di peyama ku lîderan îmzekirî de hat gotin ku "ew nûnertiya deh milyonan ji Xiristiyanên Amerîkayî dikin" û hat diyarkirin ku, "Sinifadina we ji Nîjeryayê re, li gorî yasaya azadiya olî ya navneteweyî, ku welatekî bi fikar e gaveke krîtîk e ku piştgiriyê dide azadiya olî li ser asta cîhanê. Hûn rêberê yekane ya cîhanê ne ku ji bo azadiya olê tê dikoşin. Hewcedariya me careke din bi we heye ku hûn bibin dengê wan kesên nikarin ji bo xwe biaxivin. "

Lîderên Xiristiyan ji serok Trump daxwaz kir ku serdana El Şerî ji bo "çareserkirina komkujiyên ku Xiristiyan, Kurd, Durzî û Elewiyên li Sûriyeyê tê re derbas dibin, nexasim li herêma Siwêdaya ya Mezin" veberhêner bike.

Lîderan di peyama xwe de diyar kir ku pêkhateyên Sûriyeyê "rûbirûyî tundiya berdewam, mirin, penaberî, birçîbûn, nebûna avê û mehrûmkirina xizmetguzariyên tibî ne, li aliyekî din jî jin û zarok li gel terorîstên DAIŞˊê girtî ne.

Lîderan spasiya xwe ji biryara rêveberiya Amerîkayê ya dawî ya lezdana şandina alîkariyên mirovî ji bo başûrê Sûriyeyê re nîşan da û got bi nêzbûna zivistanê re da ku ji karesatê were rizgarkirin, pêwîstî bi hewlên zêde heye.

Di dawiyê de lîderan bang li Trump kir ku, ji bo misogerkirina vekirina korîdoreke mirovî ya ewle ji bajarokê Xeder heta bi Siwêdayê, zextê li El Şeri bike, da ku alîkariyên mirovî bigihînin, sivîl werin rizgarkirin, li kêlek wê jî hikumeta veguhêz mecbûrî pêkanîna parastina mafên pêkhateyên Sûriyeyê û aramiyê bike.

(fr)