Li Şedadê bi boneya Roja Mamosteyan çalakiyek hat lidarxistin

Rêveberiya Perwerdeyê ya bajarê Şedadê da zanîn ku mamoste xwedî roleke girîng di avakirina civakan û çesipandina nirxên zanist û ramanê di nava nifşên siberojê de ne.

Li Şedadê bi boneya Roja Mamosteyan çalakiyek hat lidarxistin
5 cotmeh, 2025   13:55
HESEKÊ

Rêveberiya Perwerdeyê ya bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê bi  boneya Roja Cîhanî ya Mamosteyan, çalakiyek li Goristana Şehîdan li dar xist. Nûnerên saziyên sivîl û xebatkarên qada perwerdeyê tev li çalakiyê bûn.

Piştî deqeya rêzgitinê hevserokê Komîteya Yekitiya Mamosteyan a Rêveberiya Perwerdeyê ya Şedadê Elî El Cerad daxuyeniyek xwend. Di daxuyaniyê  behsa rola mamosteyan di avakirina civakan û çesipandina nirxên zanist û ramanê di nav nifşên siberojê de hat kirin.

 El Cerad wiha dewam kir, "Di vê rojê de, em şehîdên ku canê xwe ji bo welat dane, bi bîr tînin. Bi boneya roja wan a cîhanê em mamosteyên xwe silav dikin. Bi mamosteyan re zanîn pêş dikeve û welat ava dibin."

Piştî xwendina daxuyaniyê serdana gorên şehîdan hat kirin.

Der barê Roja Cîhanê ya Mamosteyan de

Roja Cîhanê ya Mamosteyên her sal di 5`ê Cotmehê de tê pîrozkirin. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) cara yekem ev bone di sala 1994`an pejirand.

(k)

ANHA