Hêzên DYA’yê li Babê serçeteyekî DAIŞ’ê kuşt

Hêzên Amerîkayê li bajarê Babê yê bakurê Sûriyeyê operasyoneke leşkerî pêk anîn, di encamê de serçeteykî DAIŞ`ê û du kurên wî hatin kuştin.

Hêzên DYA’yê li Babê serçeteyekî DAIŞ’ê kuşt
25 tîrmeh, 2025   18:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê îro ragihand ku hêzên wan li bajarê Babê yê parêzgeha Helebê êrişeke asmanî ya serkeftî pêk anî, di encamê de serçeteykî DAIŞ`ê yê bi navê Diyaa Zoba Muslih El Herdanî û kurên wî Abdullah û Abdulrahman El Herdanî, hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyek Fermandariya Navendî, êrîşa asmanî îro serê sibê zû pêk hat û di operasyonê ti ziyan li sivîlan nebûye.

General Michael Erik Kurilla, fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, got ku operasyon beşek ji şerê berdewam ê li dijî DAIŞ`ê ye: "Em ê li her deverê ku terorîstên DAIŞ`ê lê hebin, bênavber bişopînin. Ew ên li cihê lê radizin, lê dixebitin û xwe vedişêrin ne ewle bin."

Kurilla tekez kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi hevkariya hevalbendên xwe yên li herêmê, armanca xwe ya diyarkirî ya jiholêrakirina DAIŞ`ê û pêşîgirtina li gefên wê li herêmê, bidomîne.

(k)