Li Hemayê di mizgeftekê de şer û pevçûn derket

Li bajarê Hemayê piştî xutbeya nimêja înê di hundirê mezgeftekê de pevçûn qewimî. Imamê mizgeftê li dijî mezhebîtiyê xutbe da, lê komên tundrew qebûl nekirin û di navberan koman de pevçûn derket.

Li Hemayê di mizgeftekê de şer û pevçûn derket
25 tîrmeh, 2025   19:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Hemayê îro ji ber xutbeyeke li dijî mezhebîtiyê, di navbera komên tundrew de pevçû derket.

Piştî xutbeya li dijî mezhebîtiyê hinek kesan li mizgeftê nifir û xerber ji imamê mizgeftê re dan, di encamê di navbera komên tundrew de pevçûn derket.

Hikûmeta veguhêz û medyaya girêdayî wê têne tewanberkirin ku mezhebîtî û gotara nefretê gur dikin, bi taybet piştî komkujyên ku hêzên hikûmetê li deverê beravê û Swêdayê pêk anîn.

(ac)

ANHA