Heyeta DEM Partiyê bi Rêber Abullah Ocalan re hevdîtin kir

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji Giravê vegeriya.

Heyeta DEM Partiyê bi Rêber Abullah Ocalan re hevdîtin kir
25 tîrmeh, 2025   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê kir û ji Girava Îmraliyê vegeriya.

Di heyetê de Serokwekîla Meclîsê Pervîn Buldan, Parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar û Ozgur Erol ê ku yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ye ye, cih girtin. Civîn saet di 10'ê sibehê de dest pê kir û dora 6 saetan dewam kir.

Tê payîn ku heyet têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî bide.