Hewldanên hiqûqî yên di 2024’an de ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatine kirin

Di tevahiya sala 2024'an de ji Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên din 3 hezar û 886 parêzer û her wiha bi dehan rêxistinên hiqûqî û yên mafên mirovan, li dijî sîstema îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê û ji bo Rêber Abdullah Ocalan ketin nava hewldanan.

Hewldanên hiqûqî yên di 2024’an de ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatine kirin
15 sibat, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî sîstema îşkence û qirkirinê ya 26 sal e li Girava Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, gelek rêxistinên mafên mirovan, bi taybetî parêzer û rêxistinên hiqûqî, bi xurtî dixebitin. Ev 26 sal e parêzer û rêxistinên mafan û yên hiqûqî ji Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên din serî li rayedarên Tirk û sazî û rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar didin. Dewleta Tirk a dagirker sîstema îşkence û tecrîdê girantir kir û piraniya serlêdanan bê bersiv hiştin. Însiyatîf û hewldanên parêzer û rêxistinên hiqûqî di sala 2024'an de jî dewam kir.

Parêzer Raziye Ozturk a endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parastina Rêber Abdullah Ocalan girtiye ser xwe, têkildarî însiyatîfên di sala 2024'an de pêk hatine, agahî dan ANHA'yê.

Li gorî vê yekê, însiyatîf û hewldanên di sala 2024'an de pêk hatine, wiha ne:

* Di Çileya 2024’an de hezar û 330 parêzerên girêdayî baroyên Tirkiyeyê ji bo bku bi Rêber Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê ya Tirk da. Heman parêzeran ji bo baroyên ku girêdayî wan in jî serlêdaneke nivîskî kir û xwest baro ji ber astengkirina xebatên wan ên pîşeyî bikevin nava tevgerê.

* Di Adara 2024’an de 8 baroyan (Êlih, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Şirnex, Riha û Wan) û 6 rêxistinên sivîl (Komeleya Civaka Sivîl a li Sîstema Ceza-CISST, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem-ÇHD, Komeleya Mafên Mirovan-ÎHD, Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz-OHD, Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê-TOHAV, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê-TÎHV) bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku biçe girava Îmraliyê.

* Di Tîrmeha 2024’an de Baroya Parîsê der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên siyasî yên li Îmraliyê de, nameyek ji Wezareta Dadê ya dewleta Tirk re şand.

* Di Tîrmeha 2024’an de OHD, TOHAV, Weqfa Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) û Rêxistina Têkoşîna li dijî Îşkenceyê ya Cîhanê (OMCT) raporên xwe yên li ser rejîma tecrîda giran a li Girtîgeha Îmraliyê pêşkêşî Komîteya Têkoşîna li dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî kirin.

* Di Tîrmeha 2024'an de OHD, ÎHD, TÎHV, TOHAV, ÇHD û CISST’ê li gorî rêziknameya 9.2’an a rêziknameya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di çarçoveya "mafê hêviyê" de noteke nivîskî da komîteyê.

* Di Îlona 2024'an de ji zêdetirî 30 welatên Ewropayê hezar û 500 parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên siyasî re, serî li Wezareta Edaletê ya Tirk da.

* Di Îlona 2024'an de 756 parêzerên ji welatên Afrîka û Rojhilata Navîn ji bo ku bi Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên siyasî re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk da.

* Di Cotmeha 2024'an de, tevî serok û rêveberên baroyên li Tirkiyeyê, zêdetirî 300 parêzeran îtiraz kir û ji Dadgeha Destûrê xwestin ku der barê şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê de biryara serlêdanên takekesî bide û berpirsyariya xwe bi cih bîne.

* Delegasyona Navneteweyî ku di Kanûna 2024'an de tevî parêzer, rojnamevan û siyasetmedarên ji welatên cuda, ji bo ku bi Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên siyasî re hevdîtinê bike, serî li Wezareta Edaletê ya Tirk da.