Li Çilaxayê şitilgehek tê avakirin

Şaredariya Gel a Çilaxayê ji bo zêdekirina qadên hêşîn, şitilgehekê ava dike.

Li Çilaxayê şitilgehek tê avakirin
Li Çilaxayê şitilgehek tê avakirin
Li Çilaxayê şitilgehek tê avakirin
Li Çilaxayê şitilgehek tê avakirin
Li Çilaxayê şitilgehek tê avakirin
Li Çilaxayê şitilgehek tê avakirin
Li Çilaxayê şitilgehek tê avakirin
Li Çilaxayê şitilgehek tê avakirin
15 sibat, 2025   07:05
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şaredariya Gel a Çilaxa yê kantona Cizîrê di çarçoveya xebatên xwe yên berfirhekirina qadên şînkahiyê de, amadekariyên vekirina şitilgehekê dike.

Şitilgeh li qada avahiya şaredariyê û Daîreya Avê tê avakirin. Şitilgeh têra nêzî hezar û 100 şitilên gulên rengîn û darên fêkiyan (tirî, hejîr, xurme) dike.

Di çarçoveya xebatên vekirina şitilgehê de, şitil di baxçeyên sergirtî de hatine çandin da ku ji mercên dijwar ên hewayî wekî tava rojê ya dijwar, ba û bahozan werin parastin û boriyên avdanê jî hatine danîn.

Endamê Beşa Jîngeh û Parkan a Şaredariya Gel Xidir Şihab Mele diyar kir ku armanca projeya vekirina şitilgehê, telafîkirina kêmbûna qadên hêşîn ên li parkên giştî, baxçe û deverên ên li bajêr e.

Xidir Şihab Mele destnîşan kir ku niha axa bizibil (semada xwezayî) dixin torban û şitilan tê de datînin.

Pêvajoya çandina şitilan di navîna Çileyê dest pê kir. Şitil dê ji Adarê heya Gulanê ji bo cihên wan bên veguhastin.

 (bb)

ANHA