Gelo rastiya siyasetên dewleta Tirk a dagirker çi ye?

Rewşenbîrên Helebê destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê ya dagirker nas kiriye ku ji her demekê zêdetir binketin û hilweşînê jiyan dike, ji ber wê jî ew xwe wiha nîşan dide ku êdî helwesta xwe ya li hemberî pirsgirêka Kurd guherandiye. Lê di heman demê de ew li dijî Kurdan berê xwe dide rêbazên leşkerî.

Gelo rastiya siyasetên dewleta Tirk a dagirker çi ye?
15 sibat, 2025   05:20
HELEB
NiSRÎN ŞÊXO

Rewşenbîrên Helebê ji ajansa me re der barê siyasetên dewleta Tirkiyeyê ya dagirker ên girêdayî pirsgirêka Kurd de nexasim daxuyaniyên çareserkirina pirsgirêka Kurd û hemwextî wê şerê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hin nirxandin parve kirin.

 JI BO PÊKANÎNA ARMANCÊN SIYASÎ HELWESTA XWE GUHERAND

Endama Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Şêrîn Şêxo destnîşan kir ku şerê dewleta Tirkiyeyê ya dagirker ê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemwextî daxuyaniyên wê yên qaşo banga çareseriyê, nîşan dide ku ew dewleteke nijadperest e û dev ji siyasetên înkarkirinê bernedaye.

Şêrîn Şêxo wiha domand: “Li kêleka wê Tirkiyeyê tirsî ku di çarçoveya Rojhilata Navîn a Nû de rola wê were betalkirin. Ji ber wê jî ew tawîzan dide da ku cihê xwe biparêze. Ji bo wê jî pirsgirêka Kurd bi kar tîne da ku xwe wekî alîgir û piştgira doza Kurdî nîşan bide û sozên derewîn bide.”

KIRYAR JI GOTINAN DÛR IN

Şêrîn Şêxo diyar kir ku kiryar û gotinên dewleta Tirkiyeyê ya dagirker ji hev dûr in û got: “Ew îdia dike ku ew bi aştiyê re ye lê li Başûrê Kurdistan û Şengalê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêbazên leşkerî bi kar tîne. Ew zemîna guncaw a çareserkirina pirsgirêka Kurd amade nake.”

Di dawiya axaftina xwe de Şêrîn Şêxo got: “Em bawer in ku çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi çareserkirina herdu pirsgirêkên Filistîn û Kurd re ye. Eger herdu pirsgirêk neyên çareserkirin ê herêm her di alozî û krîzan de be.”

Çalakvanê siyasî, endamê Partiya Dîmuqrat a Kurdî ya Sûryeyî û endamê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Mihemed Elî Mihemed got: “Dagirkeriya Tirk hewl dide siyasetên xwe biguherîne, ne ji ber ku xwestiye pirsgirêka Kurd çareser bike, lê belê ji bo ku xwe ji hilweşîn û têkçûnê xelas bike.”

JI ALOZIYÊ DIREVE

Mihemed wiha zêde kir: “Dagirkeriya Tirkiyeyê bi rêbazên leşkerî hewl da Kurdan tune bike ji ber ku ew Kurdan weke metirsî dibîne. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya peymanan Kurdistan parçe kir û li dijî gelê wê komkujî pêk anîn û Kurd ji mafên wan bêpar hiştin.”

Mihemed diyar kir ku bi vî awayî dewleta Tirkiyeyê ya dagirker dê nikaribe Kurdan û mîras, dîrok û erdnîgariya wan tune bike û got: “Hemû rêbazên leşkerî yên ku berê li dijî Kurdan hatibûn meşandin bê encam derketin, ji ber wê jî hewl dide hinekî siyaseta xwe nerm bike, ji ber ku nas kiriye ku eger di xeta dijminatiyê de berdewam dê têkeve metirseiyeke mezin.”

SIYASETA DU RÛ

Nivîskar û endamê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Mihemed Qember got: “Geh banga aştiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd dike, geh jî rêbaza leşkerî û tundiyê li dijî Kurdan bi kar tîne. Ew du rû ye û hewl dide xwe wekî aştîxwaz û alîgirên pirsgirêka Kurd nîşan bidin.”

Mihemed diyar kir ku kiryarên li ser erdê îdiayên wan vala û derew derdixin ku çawa statûya Kurdî li kuderê be jî li dijî wê disekinin û got: “Ew statûya Kurdî qebûl nakin. Tevî ku bi rêya peymanan wê xaka Kurdistanê dagir kir û dewleta xwe li ser xaka wê ava kir.”

(mh/k)

ANHA