El Şeri bi Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re civiya

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri li Ebû Dabî bi serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re hevdîtin kir.

El Şeri bi Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re civiya
15 îlon, 2026   22:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri li Ebû Dabî bi serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid Al Nehyarn re hevdîtin kir. Wezîrê karên derve yê hikuemta veguhêz a Sûriyeyê Eseed El Şeybanî û wezîrê karên derve yê Îmaratê Şêx Abdullah Bin Zayid Al Nehyan re amade bûn.

Her du aliyan têkiliyên di navbera her du welatan, rêbazên xurtkirina tevgeriyê di warên aborî û geşkirinê de nîqaş kirin. Her wiha behsa hevdîtina lûtkeya ragihandina Erebî ya 2026‘an, mijarên ku hatin nîqaşkirin, pevguhertina nêrînên der barê geşedanên herêmî û navneteweyî, her wiha dozên hevbeş kirin.

(bb)