Heta niha zêdetirî 105 hezar ton genim hatiye wergirtin 

Komîteya Embarên Genim û Aşan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta 15ê Hezêran li 17 navendên li 7 katonên herêmê 105 hezar û 605 ton genim, wergirtiye 

Heta niha zêdetirî 105 hezar ton genim hatiye wergirtin 
17 hezîran, 2025   11:41
HESEKÊ 

Komîteya Embarên Genim û Aşan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li 17 navendên ku li herêmê hatine vekirin genim ji cotkaran werdigire. 

Hevserokê Komîteya Embarên Genim û Aşan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Endezyar Ciwan Mihemed Hesen diyar kir ku xebatên wergirtinê li navendên diyarkirî bi awayekî rêkûpêk didome.  

Hesen tekez kir ku heta 15ê Hezîranê, li 17 navendên li 7 katonên herêmê 105 hezar û 605 ton genim, hatine wergirtin. 

Hesen her wiha diyar kir ku binesaziya niha têra embarkirina nêzîkî 400 hezar ton genim dike, her wiha derfeta embarkirina 500 hezar ton genimê di çiwalan de jî heye. 

(k)